Ji Rojnameya Ozgur Gundemê re cezayê 'Newroz'ê

Ji Rojnameya Ozgur Gundemê re cezayê 'Newroz'ê

Li Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan, ji ber hêjmara 21'ê Adarê ya sernavê "Gotin ya Serhildanê ye" bi îdîaya "Pesnê rêxistinê daye" salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Cezayê li dijî rojnameger û rojnameyan kêm nabin. Niha jî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Muammer Aktaş têkildarî hêjmara 21'ê Adarê ya Rojnameya Ozgur Gundemê lêpirsîn da destpêkirin. Li ser lêpirsînê 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê li Midûrê Karê Nivîsê û Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan, ji ber hêjmara 21'ê Adarê ya sernavê "Gotin ya Serhildanê ye" bi îdîaya "Pesnê rêxistinê daye" salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Doza ku di 7'ê gulanê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hate vekirin, ji bo nivîsên rojnameyê yên rûpela 1 û 8'an ji ber sernavên "Soz serhildan'in" û "Ozgurluge kadar kesintisiz eylem" û "Kurtlerin Amed ve Ýstanbul Newrozu" wekî sûc dît.

Heyeta 15'emîn Dadgehê Cezayê Giran ya Stenbolê di 17'ê Cotmehê de derbarê Çapan de salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Çapan bertek nişanî ceza da û diyar kir ku, ew ji ber karê nivîsê ne poşmane û dê karê xwe berdewam dike. Heyetê jî ji ber vê yekê diyar kir ceza nayê paşxistin.

Çapan ji bo îtîraza ceza serî li dadgehê da.