Ji Reqqa û Til Ebyadê bang li YPG û Artêşa Azad tê kirin
Ji Reqqa û Til Ebyadê bang li YPG û Artêşa Azad tê kirin
Ji Reqqa û Til Ebyadê bang li YPG û Artêşa Azad tê kirin
Li bajarên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ lê serdest e, tirs û mirin hene. Gel dibêje Reqqa û Til Ebyad êdî cihê jiyanê nînin, veguherîne bajarên "Mirin û tirsê" û banga "bajarên me paqij bikin" li YPG û Artêşa Azad kir.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi dagirkirina Mûsil û Şelganê û bi hewldana dagirkirina Kantona Kobanê navê xwe da bihîstin, bi serjêkirin, qedexe û pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê li bajarên berê dagir kiriye, jiyanê diherimînin. Li Cerablûs, Girê Spî (Til Ebyad) û Reqqayê, ku van deveran weke biryargehên hêzên xwe yên teqwiye bikar tîne, derket holê ku çete ji bo çavê mirovan bitirsîne serê sivîlan jê dikin, tiliyên işaretê û navên ên mirovên ku cixarê dikşîne jê dikin, jêkirina por û riyê qedexe kirine, jinê ji serî heta tiliyên wan dinixumînin û ferz dikin ku bêyî hevser, zarok yan jî bavê jin nikare derkeve derve. Yên li navçeya Akçakale (Kaniya Xezalan) a Rihayê ku li pêşberî Girê Spî ye dijîn, dan xuyakirin ku ew jî di bin gefa DAIŞ'ê de ne û li bajarên di bin dagirkeriya wan de ne tirs û mirin hene.
'BAJARÊ MIRIN Û TIRSÊ'
Reqqa ku bajarekî Sûriyeyê ye, yek ji bargehên navendî yên DAIŞ'ê ye. Xwendekarê Zanîngeheke Ereb ê Reqqayî ku ji Reqqayê koç kiriye û hatiye Kaniya Xezalan, anî ziman ku beşeke girîng a nifûsa bajêr bajar terikandiye, lê belê yên derfet nedîtine biterikîne, li bajêr mane. Xwenekar bajar weke "bajarê mirin û tirsê" bi nav kir û ev agahî parve kir: "Serhildana li hemberî Esad, ji bo demokrasiyeke zêdetir bû. Niha her tişt qedexe ye. Kişandina cixareyê, gera li nav kolanan, jêkirina rî û por qedexe ne. Yên diçin mizgeftê ji bo nimêjê bikin, neçar tên hiştin ku destpêkê li ber mizgeftê ji wan re bîat bikin. Hin ji kesên ku dibêjin 'ji xwe ez diçim bîatî Xwedê bikim' bi 'tekfîr' tên sûcdarkirin û qetilkirin. Mirovên li wir neçar in bêyî dijderketinê bi ya wan bikin. Helwestek cuda ji bo serjêkirinê têrê dike. Li gel vê, balafirên rejîmê û koalîsyonê car carna bombe dikin. Pêr balafirên rejîmê avahiya hikûmetê û nexweşxaneya DAIŞ'ê bombebaran kirin. 160 jê çeteyên DAIŞ'ê 207 kes mirin. Bajarê me bûye dojehek."
BANGA LI YPG Û ARTÊŞA AZAD
Remzî Unlu yê ji Kaniya Xezalan da xuyakirin ku li Girê Spî pêr çeteyan, 2 Kurdên sivîl li navenda sûka bajêr serjê kirine û anî ziman ku DAIŞ dema di êrîşên xwe yên li Kobanê de têk diçe, li bajarên di bin kontrola xwe de zilmê zêde dike. Unlu da xuyakirin ku Kurd, Tirk, Erebên li Kaniya Xezalan dixwazin ji DAIŞ'ê rizgar bibin û got, "Em hêvîdar in ku Kobanê li wan bibe goristan û nikaribin vegerin. Em bang li YPG û hêzên Artêşa Azad dikin ku bên û Til Ebyadê paqij bikin. Hêza wan kêm bûye, em li benda qedandina wan e. Niha li Til Ebyadê bi tenê mirin û tirs heye."