Ji PSAKD’ê bo Erdogan bersiv

Ji PSAKD’ê bo Erdogan bersiv

Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal bertek nîşananê gotinên Tayyîp Erdogan yên wekî ‘Ez hemû Elewiyan xwerû dikim’ û diyar kirin ku Erdoganê ku di konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê de (AABK) heqeret li elewiyan kir û elewî û saziyên elewiyan tune hesiband û wiha got : “Divê vê yekê baş bizane AABK ku sasiyeke demokratîk ali Ewropayê ye, musabiyê rêxistina ABF û PSAKD’ê ye.

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Kemal Bulbul di daxuyaniya ku da de bertek nîşanê serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan da. Bulbul da zanÎn ku Erdogan, Yunus Emre, Mevlana, Koroglu û gelek kesayetên girîng li hemberîgel wekî gef û şîdetê bikartîne. Kemal Bulbul bangî Erdogan kir û wih pê de çû: “Erdogan di axaftinên xwe de behsa hezkirina Şah Huseynî Kerbela, Ehlîbeyt dike. Divê serokwezîr bizane ku hezkirin wan li ser îlm, îrfan, edep û heyayê hatiye avakirin. Li cihê ku mafê gelan tê binpêkirin û gef lê tê xwarin dikare behsa hebûna nirxan bikin.

Bulbul wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Almanyayê xetala ku dan Erdogan hate protestokirin. Erdogan jji bo vê got ku ev alîgirên PKK’ê, alîgirên rêxistina Ermenî, sazî û federasyonên elewiyan ev organîze kiriye. Erdoganên ku bi polîtÎkayên înkar, asîmîlasyon û komkujiyan kurd, elewî û ermenî kirine hedef. Yek ji van saziyan Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê bû. Erdogan g oku ew hemû elewiyan tenzîh dike. Heqeret li saziyên elewiyan kir. Serokwezîr bila baş bizane bizane AABK ku sasiyeke demokratîk ali Ewropayê ye, musabiyê rêxistina ABF û PSAKD’ê ye.”