Ji PGDM û FKÊ peyamên li ser salvegera damezradina PKK'ê
Ji PGDM û FKÊ peyamên li ser salvegera damezradina PKK'ê
Ji PGDM û FKÊ peyamên li ser salvegera damezradina PKK'ê
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê û Federasyona Komeleyên Êzidiyan, bi wesîleya 36. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyanî dan û destnîşan kirin, ku PKK nîşenaya berxwedan, vejîn, nasnameya neteweyî û baweriya cewherî ye.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "36. salvegera damezrandina PKK'ê li Birêz Ocalan, gelê Kurd û hêzên gerîla pîroz be. Di kesayetiya rêheval Hakî Karker û Arîn Mîrxan de hemû şehîdên leheng ên PKK a mora xwe li dîroka rûmeta mirovahiyê xistiye anîne roja îro, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin!"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK a bi komeke biçûk a mirovên sosyalîst ên bi rûmet derket holê, li gel zor û zehmetiyên jiyanê, li dijî faşîzma dewleta Tirk a ketlîemkar, qirker û nîjadperest bi têkoşîna xwe ya li her qada jiyanê re, axa Mezopotamya/Kurdistan û Anatoliyê ku weke dergûşa şaristaniyê tê zanîn, lê belê ziwa bûye, ji nû ve şîn kir.
PGDM'ê di daxuyaniya xwe de got, "Gelên li ser vê erdnîgariyê bi tinebûnê re rû bi rû hatin hiştin û înkarkirin, ji nû ve hişyar kir. Dewleta Tirk, hikûmetên deman û ji nav van jî ya herî har AKP, her çend bi hemû derfetên xwe re hewl dan tine bikin jî, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê roj bi roj bêtir veguheriye hêviya azadiyê ya gelan, jinan û hemû bindestan." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi formula demokratîk a li Rojava re ku pêşengiyê ji alternatîfa demokratîk a sêyemîn dike û bi xebatên demokratîk ên HDP'ê yên hemû bindestan vedihewîne re, xurtir bûye.
PKK'ê bi berxwedana lehengî û dîrokî ya PKK'ê ya li Rojava, Nînova, Şengal, Kerkûk û Kobanê li dijî gurûhê DAIŞ'ê nîşan dide re, wijdan, sempartî û dilê raya giştî ya cîhanê qezenç kiriye.
FKÊ: 27'Ê MIJDARÊ DÎROKA VEJÎNÊ YA GELÊ KURD E
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) jî bi daxuyaniyeke nivîskî got, "27'ê Mijdarê nîşaneya berxwedan, vejîn, nasnameya neteweyî û baweriya cewherî ye."
Di daxuyaniya FKÊ de hat gotin, "Ji nava gelekî ku di nava axeke mirî de hat veşartin, baweriya ji xwe bi temamî winda kir û bi atomîzekirinê re hat gotin ku ti carî nema tê ser xwe, derket holê û bi vîneke qewîn, tevgera azadiyê ya vî gelî li Rojhilata Navîn veguherand aktorê herî bi bandor."