Ji partiya nîjatperest AFD’ê krîza Efrînê û endamên Tirk!

Li nav partiya nîjatperest AFD (Ji bo Elmanya Alternatîf) ku vê dema dawî dengê xwe zêde kir û kete meclîsa federal, piştî helwesta li dijî dewleta Tirk a ji ber êrîşên li ser Efrînê, nîqaşa endamên Tirk dest pê kir.

Parlamenterê AFD’ê  Kay Gottschalk ku li dijî êrîşên li ser Efrînê helwest nîşan dayî û gotî, ‘’Pereyên Tirkên li Elmanya ji Erdogan re diçin, divê em kargehên Tirkan boykot bikin’ li ser vê berdevkê AFD’ê got, ‘Em nikarin bangeke wiha ya boykotê bikin, gelek endamên me yên Tirk hene.’’
Li nav partiya nîjatperest AFD (Ji bo Elmanya Alternatîf) ku vê dema dawî dengê xwe zêde kir û kete meclîsa federal, piştî helwesta li dijî dewleta Tirk a ji ber êrîşên li ser Efrînê, nîqaşa endamên Tirk dest pê kir.
Endamê Meclîsa Federal a AFD’ê Kay Gottschalk duh li Eyaleta Bakurê Renê Vestfalyayê, li bajarê Krefeldê tevlî civînekê bû û li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê gotibû, ‘’Ez bang li hemû welatiyên Elman dikim ku kargehên Tirkan boykot bikin. Ji ber ku 70 ji 100’î ya dahata van deran ji Erdogan re diçe.’’
Gottschalk bêdengiya li bara Efrînê jî rexne kir û got, ‘’ Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û wiha bûne sedem ku Elmanya bibe welatekî ewletir’. Li ser banga Gottschalk berdevkê AFD’ê Burkhard Schroder helwest nîşan da.
Schroder ji Tirkan lêborîn xwest û got, ‘’Ez ji ne ji ber ku li NRW’ê gelek endamên me yên Tirk hene  lêborîna xwe dixwazim.’’ Gottschalk piştî ku nîqaşa nav partiyê gur bû daxuyaniyeke nivîskî da.
Wekîlê AFD’ê Gottschalk got, ew şaş hatiye fêhmkirin û got, ‘’Ez gelekî behitî me Tirkiye li Sûriyê Kurdan dikuje û kesek dengê xwe dernaxîne, min xwest ku vê bibêjim.’’