Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin miwekîlê xwe bibînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin miwekîlê xwe bibînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziya Ozturk Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û wir ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Îmraliyê bi şertên tecrîda giran tê girtin.
Herî dawî 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû û axaftina wan hatibû birîn.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd piştî 8 salan 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve bersiv nedabûn ti serlêdanan.