Ji Obama efûya koçberan

Ji Obama efûya koçberan

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wê ji 5 mîlyon koçberên ji mafê rûniştinê bêpar re, destûra xebatê were dayîn. Ev pêkanîna ku zarokên beriya 16 saliya xwe hatine DYA di nav de cih digire, ji ber dengê zêde yê Komargeran ê li Kongreyê, wê bi Biryarnameya Serokatiyê bikeve meriyetê.

Serokê DYA Barack Obama ji Qesra Spî axivî û der barê vê pêkanîna ku nîvê 11 mîlyon koçberên bê kaxiz eleqedar dike de, agahî da. Obama ragihand ku wê li hemberî pêla koçberan a bi taybetî ji ser sînorê Meksîka tê DYA, tedbîrên tund werin girtin û careke din dubare kir ku yên sînor bi qaçaxî derbas kirine, wê werin dersînorkirin.

Obama ragihand ku wê ji beşek koçberên mafê wan ê mayînê nîne re mafê mayîn û xebatê bê dayîn û anî ziman ku wê ji mirovên xwedî perwerdeyeek bilind re alîkarî were dayîn ku mafê mayînê bi dest bixin. Obama da zanîn ku ji mirovên herî kêm 5 sal in li welêt dijîn, bacê didin û tevlî sûcekî nebûye re, wê mafê mayînê yê demî bê dayîn.

Biryarnameya ku pêwîstî bi erêkirina kongreyê nîne, wê bicih were anîn. Barack Obama di dema axaftina xwe de destnîşan kir, ku biryarname nayê wê wateyê ku wê ji koçberan re mafê welatîbûnê bê dayîn.

Li DYA ya ji 318 hezar mirovî, 11,3 mîlyon biyanî xwedî mafê mayînê ne û nêzî nîvê van herî kêm 13 sal in li ser xaka DYA dijîn. Tê texmînkirin ku ji koçberên qaçax ji sedî 60 ê wan li eyaletên Kalîforniya, Florida, Illinois, New Jersey, New York û Texasê dijîn.