Ji bo moral bide leşkerên Elman qala têkoşîna YPG’ê kir!

Elmanya li aliyekî alên YPG’ê qedexe dike û li aliyê din di kovareke mehane de ya ku ji bo endamên artêşa Elman derdikeve, qala rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê şervanên YPG’ê yên di nava şert û zoriyên zehmet de dike.

Hemû cîhan bi hezkirinekê temaşeyî alên YPG û YPJ’ê dikin, lê ev al demeke dirêj e bûye xewna tirsê ya Elmanyayê. Polîsê Elman ku hildana alên YPG’ê ji aliyê Kurdan ve qedexe dike, bi taybet li Eyaleta Bayernê bi hinceta ku wêne û sembolên şervanên YPG’ê di medya civakî de hatine parvekirin, bi ser malan de digirin.

Herî dawî polîsan bi hinceta ku bi YPG’ê re hevgirtinê de ye, di meha Mijdarê de li bajarê Munîhê bi ser mala endamê perwerdehiyê Kerem Schamberger de girtibû. Dijminahiya Erogan ku li dijî YPG’ê bi awayekî parelel didome û di heman demê de xewna tirsê ya polîsê Elman jî didome. Derket holê ku artêşa Elman ji bo endamên xwe, têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê mînak nîşan dide.

“DI DEMA EM TÊ DE NE, BAJAREK ÇAWA TÊ RIZGARKIRIN”

Hêzên Çekdar ên Elman ku yek jî artêşa bihêz a NATO’yê ye, ji bo endamên xwe bi taybet di meha Kanûnê de kovara “Y” derxist û di kovarê de radigihîne ku di 17’ê Cotmehê de bajarê Reqa ji aliyê hêzênQSD’ê ve hatiye rizgarkirin û cihekî taybet da şervaên YPG/YPJ’ê.

Nivîseka bi sernivîsa “Tiştên ku ji şerekî maye” rizgarkirina Reqayê bi awayekî berfireh vedibêje û cih daye wêne û çîrokên şervanên YPG/YPJ’ê ku di eniya şer de û di dema birîndariyê de ne.

Kovara ku balê dikêşe ser şervana YPJ’ê ya li eniya pêş cih digire û tê gotin ku şervanên Kurd çawa mal bi mal bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine. Kovar di heman demê de qala têkoşîna rizgarkirina bajarê Reqayê dike û weke mînak peyaman dide endamên artêşa Elman. Her wiha qala hêza YPG’ê ya li gel cihazên modern û bikaranîna baş ya cihazên modern dike.

QALA ‘KARÊ DESTAN’ PANZERAN HATE KIRIN!

Di beşa tenkîk ya kovarê de qala wesayîtên YPG’ê dike yên ku di dema şer de çêkiribûn. Kovara artêşa Elman destnîşan kir ku di destê şervanê YPG’ê de tang û panzer nebû bi taybet li Helebê wesayîtên “Hûmvee” yên Amerîka çawan pêşiya wan bi lewhayekê hat girtin û derbasî eniya şer dibû.

Di heman demê de kovar behsa panzerên “karê destan” yên YPG’ê di dema şerê Kobanê de bikaranîn jî dike. YPG bi van nêrînên xwe yên afirîner re di teknîkê de pêşketinên mezin bi dest xistiye û ev wesayîtên han weke çekên modern bi nav dike.

YPG û YPJ ku ji bo endamên artêşa Elman mînak tê nîşandan, li aliyê din Wezareta Karê Hundir ê Elmanyayê di 2’ê Adara 2017’an de pêşnûmeyek ji bo hemû eyaletan şand û daxwaza qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ jî di nav de al û sembolên gelek saziyên Kurd tê kirin. Ji wê rojê û pê ve polîsê Elman alên YPG û YPJ’ê hincet nîşan dide û êrîşî çalakiyên Kurdan dike.