Ji Lavrov daxuyaniya, 'Me ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk ti tiştekî nû nebihîst’

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû re li Belgradê hevdîtin pêk anî, daxuyaniya, “Me ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk ti tiştekî nû nebihîst” da.

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû re li Belgradê hevdîtin pêk anî, daxuyaniya, “Me ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk ti tiştekî nû nebihîst” da.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li Belgrad Kombank Arenayê ya 22. Civîna Konseya Wezîran a Rêxistina Ewlehîyê û Hevkariyê ya Ewropa (AGÎT) kom bû, hatin cem hev.

Mevlut Çavûşoglû têkîldarî naveroka hevdîtina 40 deqeyî berdewam kir de daxuyanî da, wiha got: “Hevdîditin li gor asta du wezîrê karên derve, di nav kamilbûnekê de derbas bû. Me ji bo pîlotê Rûs ê jiyana xwe ji dest dayî sersaxî xwest. Her du alî jî naxwaze aloziyê mezin bikin. Mirov nikare bibêje di hevdîtina yekemîn de pirsgirêk çareser bûn. Heta niha ti biryarên me yên pêkanînan li dijî Rûsyayê tineye. Ez bawer im ku piştî hêstiyarî derbas bû, wê êdî aqlêselimbûnek çêbibe. Li hember îdîayên avêtin holê me bersivên xwe dan. Daxwaza me ew e ku dest ji îdîayên bê bingeh berdin.”

Piştî Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da. Lavrov wiha got: “Me ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk ti tiştekî nû nebihîst.”