Ji Kurkçu bo Meclisê pêşnûme

Ji Kurkçu bo Meclisê pêşnûme

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, pêşnûmeyek da Meclisê û di pêşnûmeyê de pirsa; Li dijî hikûmetê muxalîfbûn sûc e? pirsî.

Kurkçu der barê çalakgerên tevli çalakiyên Geziyê bûn de der barê fezlekeya li Midûriyeta Enqereyê hatiye amadekirin de pêşnûmeyeke pêşkêşî Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler kir.

Kurkçu di pêşnûmeye xwe de wiha got: “Di prosteya Parqa Gezî de ku li seranserê Tirkiyeyê belav bû û gel mafê xwe yê demokratîk yê protestoyan bikaranî de, nêzî 4 kesî jiyana xwe ji dest da û 8 hezar kes jî birîndar bû. Binçavkirin û girtin hê jî didome.

Kurkçu da zanîn ku Midûriyeta TEM a Midûriyeta Polîsan a Enqreyê di 21.06.2013’an û şûnde fezlekeyek amade kir û ji wê demê heta niha 23 kes hat girtin.  Kurkçu wiha got: “ di fezlekeyê de ‘li hemberî hikûmetê muxalefet’, ‘li dijî polîsan serlêdana riyên hiqûqî’ wek hêmaya sûc hatiye dîtin.”

Kurkçu got ev tiştên hatine rêzkirin sûc hatine dîtine û der barê fezlekeya mijara gotinê ye de lêpirsînek hiqûqî hatiye destpêkirin an na? ger hatibe destpêkirin encama wê çiye?