Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) ji bo 2 rojan konferansa Rojhilata Navîn dan destpêkirin. Hevseroka HDP'ê Fatma Gok diyar kir ku, gelê Kurd li Tirkiyeyê bi salane êşê dijîn, lê bi coşek mezin dîrokê dinivîsin û wiha got: "Li Kurdistana Tirkiyeyê 10 hezar siyasetmedarên Kurd girtî ne. Bi sedan jî di çalakiya greva birçibûnê dene. Divê ji bo daxwazên gelê Kurd li berçavan bê girtin divê bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin.
Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) li Kampusa Uçaksavar ya Zanîngeha Bogazîçî ji bo 2 rojan bi navê "Lêgerîna Gelan ya Edalet û Azadiyê û Mudaxale" konferansa Rojhilata Navîn dan destpêkirin. Di konferansê de ji Filistin, Lubnan, Fas, Misir û gelek welatên Rojhilata Navîn amade bûn. Di konferansê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel û Ertugrul Kurkçu û gelek kesên din jî amade bûn.
Axaftina vekirinê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fatma Gok kir û diyar kir ku, gelê Kurd li Tirkiyeyê bi salane êşê dijîn, lê bi coşek mezin dîrokê dinivîsin. Gok wiha got: "Li Kurdistana Tirkiyeyê 10 hezar siyasetmedarên Kurd girtî ne. Bi sedan jî di çalakiya greva birçibûnê dene. Divê ji bo daxwazên gelê Kurd li berçavan bê girtin divê bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin. Em ji xwe re piştgiriya azadiya gelan wekî hişyariyek da dest. Em wekî HDP'ê geşedanên li Rojhilata navîn ji nêz ve dişopînin.
Gok serhildan û avakirina xwezeriya demokratîk ya kurdên Sûriyê silav kir û da zanîn ku Kurdên Tirkiyeyê jî di nava êşê de bi coşek mezin dîrokê dinivîsin û wiha got: "Li Kurdistana Tirkiyeyê bi 10 hezaran Kurd girtî ne. Bi sedan mirov jî ketine rojiya mirinê. Ji bo dawî li greva birçîbûnê bê divê daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin.
'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ROLÊ REWŞENBÎRAN GIRÎNGE'
Endamê Partiya Rêya Demokratîk ya Fasê Lhoussain Lahnnaoui jî diyar kir ku, di pêvajoyên demokratîk de rol û mîsyonek mezin dikeve ser rewşenbîran û wiha got: "Lê hin rewşenbîr li şûna ku mîsyonên xwe bi cih bînin teslîm dibin. Hebûna rêberekî pir girînge. Dibe ku hin dîktarok wekî ku li hemberî emperyalîzmê bin desteka gel bistînin. Lê di rastiya xwe de bi hêz û piştgiriya DYA li ser piyanin. Teqez serkeftina bi piştgiriya sazûmankarê rejimê pêk nayê."
'SEDEMA ŞERÊ ROJHILATA NAVÎN MUDAXALEYA DERVE YE'
Wekîlê Koma Parlementerên Elmanya yê Tirk Sevim Dagdelen jî diyar kir ku, li Misir û Tûnûsê pişti serhildanên gel niha dîsa hêzên serdest serdestiyê dikin û wiha got: "Em bi êrişên derve re rû bi rûne. Li Libyayê ji bo êrîşkarên li diji Sefaretxaneya DYA leşker şandin Libyayê. Sedema şerê navxweyî yê Rojhilata Navîn destê hêzên derve ne. Hêzên Îslamîst bi alîkariya NATO bi ser dikevin."
'DI NAVBERA MISIRÊ Û TIRKIYEYÊ DE CIVIN PÊK TÊN'
Akademîsyenê Misirî Mohamed Waked ji an ziman ku, hemû geşedan girtî pêk tên û wiha got: "Di navbera delegasyonên Tirkiye û Misirê de dem dem civîn pêk tên. Ev civîn di venêrtina AKP û Mislimanan de pêk tên.
'EM BI TUNUS Û MISIRÊ RE NEKETIN NAVA PIŞTEVANIYÊ'
Akademîsyen û nivîskar Fotî Benlisoy jî da zanîn ku, ew îtîraf dike ku di serdema şoreşa Misirê û Tunusê ya herî bi coş de piştgirî nedan wan.
Konferans bi nîqaşan berdewam dike.