Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan tên meşandin serhildanên ji bo aştiya li Tirkiyeyê ne û kesên ku alîkariyê bide vê serhildanê peywira xwe ya mirovahiyê bi cih tîne. Divê ku gelên li tirkiyeyê mil bidin van grevan û bi vê boneyê berê xwe bidin azadiyê.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma BDP'ê de bal kişand ser lêpirsina kongreyê û da zanîn ku, li Tirkiyeyê ev tişt bûye klasîkek. Kişanak wiha got: "Em kengê ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin û ji bo çareseriyê nêrînên xwe bînin ziman, daraza Tirkiyeyê dikeve nava hewldaneke bi vî rengî. Li hemberî demokratîkbûnê qanûnên dewreya darbê tînin li hemberî me û dixwazin xebatên me asteng bikin. Ji bo me wateya lêpirsina darazê nîne. Heke hewldanek wan ya paqijiya rê hebe divê wekî Îngilistanê di pevajoya aştiyê de qanûnên taybet biafirînin. Heke em nikarin nêrînên xwe azad bibêjin, navê vê nabe çareserî. Navê vê kaos faşîzme. Em vê jî naxwazin.
KOMKUJIYA TIYARÊ
Kişanak bal kişand ser jina bi navê Ayza Çetîn ya 39 salî ya dayîka 8 zarokan ku di gulebarana helîkopteran de li nêzî Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest da û da zanîn ku, li Colemêrgê bombe dibarînin ser gel. Kişanak wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî her car dîsa sivîl hedef hatin girtin. Geliyê Tiyarê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Divê kesên ku di vê komkujiyê de cih girtine bên darizandin."
WELATÎ BI BOMBEYÊN KOMARA TIRK TÊN KUŞTIN
Kişanak da zanîn ku, hefteya borî li Meclisê 2 tezkereyên şer derbaz bûn, çend roj li ser derketina tezkere derbaz nebû li Tiyarê ye sivîl hedef hatin girtin. Kişanak wiha got: "Tenê armanceke tezkereyê heye ev jî ji holê rakirina gelê Kurde. Li hemberî berxwedana demokratîk ya gel êrîşeke bi tunde. Wekî komkujiya Roboskiyê ye. Ne bi bombeyên Esad bi bombeyên Komara Tirkiyeyê welatî jiyana xwe ji dest didin. Hişmendiya komkujiyê dê bedel bide û em bang dikin ku bila dest ji vê komkujiyê berdin. Medyaya tirk jî bûye dîlê van direwan."
FAŞÎZMA 12'YÊ ÎLONÊ
Kişanak got ku 12'ê îlonê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê greva birçibûnê dan destpêkirin û îro ket roja 35'emîn. Kişanak daxuyand ku, di grûba yekem de 63 kes bûn û heya îro jî berxwedana xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 12'ê Îlonê de jî grevên birçibûnê pêl bi pêl belav bû. Girtî ji bo çareseriyê grevên birçibûnê dan destpêkirin. Niha hêjmara berxwedanvana bû 400 û hêj jî zêdetir dibe. Di 15'ê cotmehê şûn de hemû girtîgehên Tirkiyeyê grev hat destpêkirin. Hemû girtiyên siyasî tevlî berxwedanê bûn. Divê Tirkiye ji xwe bipirse; çima grevên birçibûnê? Li gelek deverên cîhanê çalakiyên birçibûnê pêk hatin. Bi taybetî ji bo şert û mercên girtîgehan pêk tê. Dem demî ji bo daxwazên polîtîk jî grevên birçibûnê tê lidarxistin. Girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî bi daxwazên polîtîk dest bi çalakiyê kirin. Di 12'ê Îlonê li Girtîgeha Amedê li hemberî faşîzmê dîsa grevên birçibûnê û rojiya mirinê hatin lidarxistin. Heke berxwedana Kemal, Xeyrî Durmuş nebûya îro ev rastî dernediket holê. Heke berxwedan pêk nehata, faşîzm tê serdest ba, vê demê jî qala rastiya girtîgeha Amedê nedihat kirin."
‘BIRÊZ OCALAN VÎNA MILYONANE Û PIRA AŞTIYÊ YE’
Kişanak da zanîn ku, grevên birçibûnê ji bo aştiyê berxwedaneke, divê piştgiriyê bidin grevên birçibûnê. Kişanak wiha nêrînên xwe anî ziman: "Girtiyên ku ji bo daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadî, ewlehî û tenduristiyê û daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber ku ev daxwaz bê qebûl kirin birêz Ocalan dê rola xwe ji bo aştiyê baştir bilîze. Birêz Ocalan 447 rojin di nava tecrîdê de ye. Birêz Ocalan vîna milyonane û pira aştiyê ye. Nêzîkatiya li hemberî wî, nêzîkatiya li hemberî jiyana bi hev re ye. Tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê, tê wateya ji holê rakirina pira di navbera gelan. Li Îmraliyê ne tenê birêz Ocalan pêşeroja gelê Kurd tê tecrîdkirin."
Kişanak got ku, di nav 2 salan de Tirkiye bû girtîgeheke ser vekirî, kesên ku mafê xwe diparêzin rastî êrîşên faşîzanê tên, her roj cenaze li vî welatî tê rakirin û heke rewş wisa be divê bê pirsîn ku çima wisa ye. Kişanak da zanîn ku, sedema şerê li Sûriyê ya Tirkiyeyê girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye, Tirkiye ber bi şer ve diçe, ji ber ku Tirkiye naxweze Kurd bighijin mafê xwe yê demokratîk."
Kişanak di axaftina xwe de qala astengiyên li ser zimanê zikmakî kir û wiha pê de çû: "Bikar anîna zimanê zikmakî mafeke xwazayî ye. Dema mafê zimanê zikmakî bê astengkirin ev tişt sûce. Bikaranîna ziman mafekî demokratîke. Hemû dozên ku bi navê KCK'ê tên kirin de krîza zimanê zikmakî derdikeve holê. Meclîs dikare di nav 2 û 3 rojan de van pirsgirêkan çareser bike lê nake."
‘LI HEMBER GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BÊDENG NEBIN’
Kişanak bang raya giştî kir û diyar kir ku, divê li hemberî grevên birçibûnê bêdeng nebin. Kişanak wiha got: "Her ku diçe rewşa girtiyên ku ketine grevên birçibûnê xirab dibe. Divê li hemberî mirinana li kolana, li meclisê û li her derê têkoşînek bê dayîn. Di protokolên navneteweyî de mafê girtiyan tê parastin, ji ber vê jî divê dezgehên tenduristiyê li gorî protokalan bikevin nav hewldanan. Doktor, sendîkayên tenduristiyê divê bikevin nav hewldanan. Divê em mirinan temaşe nekin."
Kişanak dema qala Gulistan Abdo, Sara Aktaş û Mazlûm Tekdaga ku ketine greva birçibûnê kir rondik barand. Kişanak di dawiya axaftina xwe de got ku, li hemberî mirinan divê kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovin bila bêdeng nebin û dengê xwe bikin yek, berê xwe bidin azadiyê.