Ji kedkarên tevgera sosyalîst Domanîç jiyana xwe ji dest da

Ji kedkarên tevgera sosyalîst Domanîç jiyana xwe ji dest da

Yek ji kedkarên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Neşenûr Domanîç vê sibehê li Ayvalik jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Domanîç sibe bînin Stenbolê û roja Înê piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Şakîrîn bê veşartin.

Neşenûr Domanîç a yek ji kedkarên Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê ye li Ayvalik jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Domanîç sibe wê bînin Stenbolê û roja Înê piştî merasîma bê lidarxistin wê bê veşartin.

Domanîç a di salên 1970’î de di TSÎP û TKB (B) de cih girt, piştî  darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê wek endama STP û SÎP’ê  xebatên xwe domand.

Domanîç di salên dawî de di nav Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê de ku cih girt, di hilbijartinên 31’ê Adara 2014’an de namzetêa Meclîsa Şaredariyê ya Ayvalik bû.