Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku lêpirsîna der barê komkujiya Roboskiyê bi rê ve dibir, dosyayê ji dozgeriya leşkerî re şand. Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan nerazîbûnek tund nîşan da û got; “Henekê xwe bi 75 milyonan dikin. Biryarek skandal e.” Ferhat Encu ji Meclîsê xwest ku tişta pêwîst bike û dosyayê ji dozgeriya leşkerî nehêle.
Di 28’ê berfanbara 2011, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê balefirên şer ên artêş a Tirk 34 zarok û ciwanên Kurd qetil kir. Wezareta Dadê ya Tirk nivîsek ji Serdozgeriya Taybet a Komarê ya Amedê re şand û diyar kir ku “rayeya we tune ye” û serdozgeriyê jî dosyaya Robokî ji dozgeriya leşkerî re şand. Ji BDP’ê nerazîbûnek tund hat.
'JI BO GIRTINA LÊPIRSÎNÊ PÊNAVEK E'
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî ji ANF’ê re axivî û got; "Veguhestina dosyaya Roboskiyê bo dozgeriya leşkerî ji bo girtina lêpirsîna der barê komkujiyê de ye, divê ev yek jî weke hewlek a otorîteya siyasî bê dîtin. "
Kaplan got; “Ger yê balefirên şer li wir kar anîn leşker bin, wê demê fermana vê yekê jî ne leşkeran daye, û ji ber ku hukûmet jî ne leşker e, biryardayineke wiha nayê qebûlkirin. Ev biryar ji bo nixûmandina komkujiya Roboskiyê û veşartina rastiê ye.” Kaplan da zanîn ku ev helwest tê wateya lixwemikûrhatinê.
'EV RÊBAZ LI ŞEMZÎNANÊ JÎ CERIBANDIN’
Kaplan destnîşan kir ku hukûmeta AKP’ê dixwaze edaletê li Roboskiyê asteng bike, lêpirsînê ji holê rake û bi vê yekê henekê xwe bi 75 milyon mirovan dikin. Kaplan destnîşan kir ku ev rêbaza xeter berê jî çend caran hatiye ceribandin û got ku ev rêbaz berê ji bo bombekirina pirtûkxaneya li Şemzînanê jî hate ceribandin.
Kaplan da zanîn ku ew weke BDP’ê bi tu awayî destûr nadin nixûmandina komkujiya Roboskiyê û got; “Em dest jê bernadin.Em ê hewl bibin ku vê rûpela tarî ronî bikin. “
FERHAT ENCU: EDALET Û MIROVAHÎ NEMAYE
Ferhat Encu der barê mijarê de diyar kir ku ev yek nîşan dide ku huqûq û edalet nemaye û got; “Jixwe ji helwesta AKP’ê ya destpêkê ve diyar bû ku dê tiştek wisa çêbibe. Mixabin êdî edalet û mirovahî nemaye.”Encu ji Meclîsê xwest ku tişta pêwîst bike û dosyayê ji dozgeriya leşkerî nehêle.
Endamê Meclîsa partiyê ya BDP’ê Ferhat Encu yê ku di encama komkujiyê de gelek xizmên xwe wenda kir ji ANF’ê re axivî û nerazîbûnek tund nîşan da. Encu diyar kir ku wana di meha pêncemîn de tiştek wisa bihîst û bi dozgeriya Amedê re hevdîtin pêk anî û da zanîn ku dozgeriyê diyar kir ku tiştek wiha tune ye. Encu ragihand ku dozgeriyê ji wan re gotiye; “Em lêpirsînê bi rê ve dibin. Di demek kurt de em ê temam bikin.” Encu got; “Me pirsî gelo dê kengî bi dawî bibe, gotin ku herî zêde dê piştî 5 mehan biqede. “