Jinên Kurd li Franseyê ji CPT û Konseya Ewropayê (KE) re name û fask şandin û xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk de hatine destpêkirin “hewl bidin.”
Li herêma Evry ya paytexta Franse Parîsê komek jinên Kurd ji CPT û Konseya Ewropayê (KE) re name û fask şandin û xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk de hatine destpêkirin “hewl bidin.”
Di nameyan de ku ji aliyê nêzî 50 jinên Kurd ve hate şandin hate bibîrxistin ku nêzî sal û nîvek e tecrîda li ser Ocalan berdewam dike û greva birçbînê ya ji aliyê girtiyên Kurdên siyasî ve hatiye destpêkirin diroja 38’emîn de ye. jinan da zanîn ku ew ji rewşa Ocalan û girtiyan bi fikar in û ji CPT û KE’yê xwestin ku hewl bidin.