Ji hezar operasyonan re 5 sal, ji Newrozê re 225 sal

Ji hezar operasyonan re 5 sal, ji Newrozê re 225 sal

Mehmet Agar ê ku got “Me ji bo dewletê hezar operasyon kir” bi sucê “avakirina çeteya çekdar” tenê 5 sal ceza lê hat birîn. Lê 225 sal ceza li xwendekarên beşdarî pîrozbahiyên Newroz û 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bûne hat birîn.

Xwendekar ji ber beşdarbûna Newrozê, hilbigirtina wêneyên Denîz Gezmîş û beşdarbûna protestokirina derbekarên 12’ê Îlonê bi 225 salan tên darizandin. 5 jê xwendekar zanîngehê, bi giştî 7 kes ji vê dozê tên darizandin. Doz di 29’ê gulanê de dest pê dike.

Xwendekarên ku bi daxwaza cezayê giran ên girtîgehê tên darizandin, li Enqereyê beşdarî çalakiya “Bila derbekarên 12’ê Îlonê bên darizandin” û di çalakiyê de wêneyên Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyin Înan, Ernesto Che Guevara û Yilmaz Guneyê hilgirtine.

Xwendekarê Zanîngeha Abant Îzzet Baysal ya Bolûyê Sedat Yildirim tam 6 meh in di girtîgeha Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê ya bi Jimara 1 de tê ragirtin. Yildirim da diyarkirin ku ger di rûniştina dozê de serbest neyê berdan, ew nikare mezûn bibe.

Yildirim di nameya şand de, got; “Em başdarî 1’ê Gulanê û protestoya 12’ê Îlonê ya ji bo bîranîna şoreşgerên ji aliyê derbekaran ve hatibûn darvekirin bûn. Me nelet li cûntayê barand, stran got û helbest xwend. Yên ku bi awayeke serbest darizandina cûntakaran weke marîfetekê dibînin, em girtin.”

Di nameyê de Mehmet Agar tê destnîşankirin û tê nivîsandin; “Di demokrasiya pêşketî de mêvanxaneya VIP bi 5 stêrkan ji yê ku di 12’ê Îlonê de bi sedhezaran û di salên 90’an de jî hezar operasyon li dar xist, re tê amadekirin. Kesên bûne mexdûrên van operasyonên jî dişînin girîtgehên weke darbestan.

Di îddîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin de Umut Halit Nuray, Huseyin Arlıer, Reyhan Alkıvılcım, Emrah Irmak, Meltem Tuna, Sedat Yıldırım, Barış Onay bi endamtiya THKP-C/Tevgera Berxwendanê tên tawanbarkirin.