HDK di 20-21’ê Cotmehê li Stenbolê “Konferansa Rojhilata Navîn” tê li darxistin. Dê di konferansê de “lêgerînên gelan yên azadî, edalet û mudaxele” bêne nîqaş kirin.
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi sergotara “Lêgerînên gelan yên azadî, edalet û mudaxele” konferansa Rojhilata Navîn li darxîne.
Konferansa ku dê du rojan bi tevlîbûna nûnerên Sûriye, Tinûs, Misir, Urdun, Fas, Filîstîn, Libnan û gelek welatên din berdewam bike, dê 20’ê Cotmehê roja Şemiyê destpê bike.
Konferansa ku dê li Salona Ayhan Şahenk ya Navenda Çanda Garantî ya Zanîngeha Bogazîçî bê li darxistin, di roja yekem de mijarên “Tevgera Gelê Ereb û Dahatoya Tekoşîna wan”, “Dînamîkên Herêmê yên Roja me û Tekoşîna Gelê Filîstînê” û “Dema Gel Şiyarbûn, Îslama Siyasî û Mudaxeleyên Derve” dê bên nîqaş kirin.
Di nîqaşên du rojan de dê nûnerên Partiya Komînîst ya Misirê, Partiya Kedkarên Tinûsê, FHKC û rêxistinên welatên Ereban bi axivin.
Roja duwem jî mijarên “Tiştên ku li Sûriyeyê tên Jiyan kirin, Mudaxeleyên Derve û Siyaseta Tirkiyeyê” û “Di nava Pêşketinên Herêmî de Tekoşîna Azadiya Kurd” bi tevlîbûna Tevgera Doza Ereban, Partiya Kedkar ya Îranê, Ahmet Turk û nûnerên Kurd yên ji herêmê dê bên nîqaşkirin.
Konferansa ku dê li Zanîngeha Bogazîçî bê li darxistin, di 20-21’ê Cotmehê dê di navbera demjimêrên 10-00-18-00’an bê li darxistin.