Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), der barê gireva birçibûnê ya 36 rojin didomin de daxuyanî da û diyar kir ku mirinek pêk bê berpirsiyarê wê hikûmet e. HDK'ê bang li hikûmet û dewletê kir û xwest daxwazên girtiyên li ber çavan bên girtin û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku li gorî hişyariya 'Ne şer û ne tecrîd, rêya çareseriyê azadî û diyalog' tev bigerin.
Lijneya Rêveberiyê ya Kongreya Demokratik a Gelan (HDK), der barê gireva birçîbûnê ya PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlonê de dest pê kir de daxuyaniya nivîski da. HDK'ê bang li her kesî kir û xwest bi hestewar tev bigerin û li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng nemînin. HDK'ê da zanîn ku girtî 36 rojin di çalakiya gireva birçûbûnê de û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û wiha got: "Raya giştî û hikûmet li hemberî vê yekê bêdeng e. Ev bêdengî me dixe nava fikaran. Di serî de malbatên girtiyan û saziyên eleqeder di nava fikarên ku li girtîgehan mirin pêk bê de ye. Lê li hemberî vê yekê hikûmet û saziyên dewletê bêden in. Em dixwazin ku li girtîgehan agahiyên nexweş pêk neyên. Em dixwazin beriya ku li girtîgeha mirin pêk bên diyalog û muzakere dest pê bikin û daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin. Zêdetirê 450 rojin parêzerên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin biçin Îmraliyê. Divê ev astengiyên ji pêş hevdîtinê bên rakirin.
'MIRIN PÊK BÊ BERPIRSIYAR RAYEDAR IN'
HDK'ê da zanîn ku girtiyên kurd ên siyasetmedar ji bo tecrîd û polîtîkayên înkarê bi dawî bibin 3 rojin dest bi çalaikyê kirine û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Piştî roja 40'an a çalakiya gireva birçîbûnê dê geşedanên ku êdî neyê cebirandin û neyên çareserkirin pêş bikevin. Bila bê zanîn ku berxwedanên li zindanan dest pê kirine dê bibin sedema hejandina Tirkiyeyê. Divê daxwazen girtiyan li ber çavan bê girtin û rê li pêşiya mirinan bê girtin."
HDK'ê bang li her kesî kir û xwest li dijî tecrîd kuştin û mirinê têkoşîna diyalog, azadî û aştiyê bimeşînin.