Ji girtiyên bi nexweşiyên giran ji bo Kobaniyan piştgirî

Ji girtiyên bi nexweşiyên giran ji bo Kobaniyan piştgirî

Girtiyên ji doza PKK'ê yên bi nexweşiyên giran ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tên ragirtin, bi armanca piştevaniya gelê Kobanê alîkariya di nava xwe de berhev kiribûn şandin Kobanê.

Girtiyên nexweşê giran yên PKK’î ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê dimînin bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê, di nava şert û mercên giran ên girtîgehê de amûrên ku berhev kiribûn yên weke betanî, cil û berg û yên paqijiyê ji bo bişînin Kobanê şandin ji Şaredariya Pirsûsê re.

Girtiyên nexweş der barê mijarê de nameyek şandin û gotin: “Sedema me ya li vir, ji ber em girtiyên nexweşên giran in. Rewşa me ya heyî tu car wê li pêşiya me nebe asteng ku em alîkariya ji bo Rojava bikin."

Girtiyan da zanîn ku Kobanê û Şengal ji bo rûmeta xwe li ber xwe dide û wiha berdewam kir: “Em girtiyên siyasî tevî şert û mercên cih û bedenî jî dixwazin piştgiriyek me jî hebe. Amûrên ku heta derfetên me dest dan me berhev kir, ji bo em bigihînin gelê Kobanê me şand ji Şaredariya Pirsûsê re.”