Jinên di Girtîgeha Jinan ya Sîncanê ku ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawî li pêkûtiyên li ser zimanê zikmakî bê, dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine bi nameyên nivisandine hestên xwe anîne ziman.
Çalakiya birçîbûnê ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê hatine girtin, ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina pêkûtiyên li ser zimanê zikmakî hatiye destpê kirin her ku diçe belav dibe û didome.
Girtiyên jin yên di Girtîgeha Jinan ya Sîncanê de ne ku ketine çalakiya birçîbûnê hestên xwe di nameyên ku ji Nûçegihana Ajansa Nûçeyan ya Dîcle DÎHA'yê Gulsen Aslan ku ew jî di Girtîgeha Jinan ya Sîncanê de ye re vegotin.
‘SEDEMÊ HEBÛNA ME YA HERÎ MEZIN BAWERÎ Û HEBÛNA OCALANE’
Ji jinên di çalakiya birçîbûnê de ye Yagmur Keskîn di nameya şandî de diyar kir dike ku, yê hebûna mirov diyar dike bawerî ye û wiha dibêje: "Pêdiviyên bedenî tenê ji bo jiyanê bidomîne ye. Ji bo hebûna xwe diyar bikî jî divê tiştê tu jê bawer dikî çi dibe bila bibe divê tu xwedî lê derkevî. Sedema ketina me ya çalakiya birçîbûnê jî ji bo xwedîderketina baweriyên xwe ne. Li ser vê yekê sedema hebûna me ya herî mezin jî ewe ku bawerî û hebûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalane."
‘EM NE JI BO ŞER, JI BO AŞTÎ Û AZADÎ PÊKBÊ TEVLÎ VÊ ÇALAKIYÊ BÛN’
Girtiya ketî çalakiya birçîbûnê Azîze Yagiz jî hestên xwe wiha vegot: "Li ser rûyê erdê tu zindî ji cewhera xwe bê derxistin û li ser cewherekî din bê entegre kirin nayê pejirandin. Ji ber ku ew dem ew bi xwe nabe ew. Mirovekî ku ji cewhera xwe hatibe derxistin tu girêdayineke wê bi jiyanê re namîne. Heke hebe jî ne girêdayîneke rasteqîne. Di pêşiya her tiştî de mafê mirovan ya nû ji dayîk dibe heye. Bi salane mafên gelê Kurd ji destê wan hatiye derxistin û êşên ku vegera wê nîne dane jiyandin. Lê ligel hemû tiştî tu car ji dest ji afîrînerê kevneşopiya êşên xwe diguherîne hêz, hêza xwe bi berxwedanî bi tac dike bernedaye. Em ji bo li ser vî axî ne şer, aştî û azadî bidin jiyandin beşdarî vê çalakiyî bûn. Qezenckirina rojên bi şer dane windakirin yek riya wê ewe aştiyeke bi rûmete. Yê dê vê aştiyê pêk bîne jî Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalane."
'HEKE RÊBERÊ CIVAKÊ GIRTÎ BE EW CIVAK NE AZADE'
Naîme Encu jî diyar kir ku, ew her roj hestên cûda de dikevin greva birçîbûnê û wiha got: "Cara yekemîne li ser daxwazên ewqas mezin dikevim çalakiya birçîbûnê. Çawa tê zanîn xeyala her girtiyeke azadiyê beza di riya azadiyê ye. Lê bêgûman ev xeyala azadiyê, di azadiya serokatiya me de derbaz dibe. Heke serokatiya civakekî girtî be ew civak ne azade."
‘EM LI BERXWE DIDIN EM DÊ LI BERXWE BIDIN’
Bêrîvan Elter jî hestên xwe bi van peyvan vegot: "Mîmarê yekane ya pêvajoya em tê de ne ku birêz Ocalane hêj jî di nava mercên Îmralî de hiştin ji zemana dibûhire re xiyanete. Ez weke têkoşereka têkoşîna azadiyê em dê destûr nedin ev tecrît bê dirêjkirin û azad bikin. Ji ber vê yekê ye em li berxwe didin û em dê li berxwe bidin."
'HETA OCALAN AZAD NEBE EM DÊ PAŞDE GAV NE AVÊJIN'
Çalakvan Ayşegul Ayaz jî da zanîn ku, êdî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dilê wan hilnagire û ev tişt gotin: "Ji bo dengek bidin bedenên ku her roj di gura gura agir de dişewitin de em jî hewil didin ku di zindanan de bibin qêrînek. Heta birêz Ocalan azad nebe û zimanê me yê zikmakî neyê qebûl kirin em dê di paş de gav navêjin. Em şopedarên Mazlûmanin. Em dizanin ku vê mîrasê bi azadiyê bilind bikin."
Girtiya jin Adîle Dagal jî ev tişt anîn ziman: "Li vî welatê ku em tê de dijîn, di vê pêvajoya polîtîkayên înkar û tunehesibandina gelê Kurd kûrtir dibe de, weke bi berpirsyariya mirovahî û sincî di mercên zindanê de jî bêdeng neman û beşdarî çalakiya birçîbûnê bûm. Heta daxwazên me bicih neyên dê çalakiya me jî dom bike."
‘DENG BIDIN DENGÊ ME ‘
Guler Ozbay jî di nameyê de hestên xwe bi van peyvan anî ziman: "Dawîkirina mercên şer bi pêşniyarê ku dê vîna milyonan birêz Ocalan pêkane. Ji bo ev pêk were jî bêgûman divê mercên tenduristî, ewlehî û azadiya bê sererastkirin. Ji bo nifşên li pey me di rojên azad de bijîn divê her kes deng bide dengê me qêrîn bidin qêrîna me."
Her wiha hate ragihandin ku, weke koma duwemîn ya Girtîgeha Jinan ya Sîncanê Nilufer Şahîn, Songul Enuştekîn û Meltem Çoban jî tevlî çalakiya birçîbûnê bûn.