Ji Êzidî, Suryanî û Tirkmenan daxwaza xweseriyê
Ji Êzidî, Suryanî û Tirkmenan daxwaza xweseriyê
Ji Êzidî, Suryanî û Tirkmenan daxwaza xweseriyê
Kurdên Êzidî, Asurî-Suryanî û Tirkmenên Şiîyên li Parlementoya Ewropayê li hev kom bûn, bang kirin ku li herêmên Şengal, Nînova û Til Xelefê xweserî ji bê ragihandin.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), Yekitiya Suryaniyên Ewropayê û Eniya Tirkmenên Iraqê li Parlementoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê li hev kom bûn, daxwaza xweseriya ji bo her sê gelan anîn rojevê.
Berpirsa Peywendiyên Derve ya Yekitiya Suryaniyên Ewropayê Rima Tuzun li ser navê Asuriyan, Berdevkê Peywendiyên Derve yê FKÊ Fîkret Îgrek li ser navê FKÊ tevlî civînê bûn. Her wiha parlementerên PE’yê B. Spkripek û J. De Jong tevil bûn.
Piştî civîna çapemeniyê Kurdên Êzidî, Asurî-Suryanî û Tirkmen ji konferanseke hevpar li hev kom bûn. Serokê Yekitiya Suryaniyên Ewropayê Lahdo Hobil, Berdevkê Peywendiyên Derve yê FKÊ Fîkret Îgrek û nunerê Eniya Tirkmenên Iraqê Dr. Hassan Aydinli û Parlementerên PE’yê B. Spkripek û J. De Jong tevil bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê B. Skrîpek ve hate kirin û di axaftina xwe de da zanîn ku gelên Tirkmen, Suryanî û Êzidî gelên herî kevin ên herêmê ne û diyar kir ku divê ewlekariya wan were pêkanîn. Parlementer J. De Jon jî da zanîn ku Xrîstiyan, Êzidî, Suryanî û kêmarên din her tim bi zextan re rû bi rû dimînin û bang li hukûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir ku ji bo van gelan hewldanên hevpar bimeşînin.
DIVÊ KÊMAR BIBIN XWEDÎ STATUYAN
Dr. Hassan Aydinli jî axaftina xwe de bi bîr xist ku gelên Êzidî, Suryanî û Tirkmen gelên herî kevin ên herêmê ne û got: “Em her sê bawerî û gel dixwazin bi hev re bijîn. Rejîma Iraqê her tim zextan li ser me kir. Pirsgirêk ji kêmarên weke mere derxistin. Îro jî DAIŞ li herêmê êrîşê me dike. Ewlehiya canê me tune ye. Êdî divê Êzidî, Asurî û Tirkmen bibin xwediyê statuyekê.”
Nunerê FKÊ Fîkret Îgrek jî di konferansê de axaftinek kir û diyar kir ku divê kêmarên li herêmê bibin xwedî mafên diyar û got: “Heta herêmeke xweser ji bo Êzidî, Tirkmen û Suryaniyan neyê avakirin, nikarin li wê derê bijîn. Em nikarin di van şert û mercan de bijîn. Me êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên roja 3’yê tebaxê dîtin, bi hezaran Êzidî qetil kirin û revandin. Ev yek hate serê Tirkmenan jî. Şert û mercên herêmê ne bi ewle ne. Ji ber vê em li Başûrê Kurdistanê daxwaza herêmeke xweser dikin. Her wiha em vê daxwazê ji hukûmeta Bexdayê jî dikin. Em weke gelê Êzidî li Şengalê daxwaza statuyeke otonomiyê dikin.”
JI BO NÎNOVA BANGA ALÎKARIYÊ
Serokê Yekitiya Suryaniyên Ewropayê Lahdo Hobil jî di axaftina xwe de diyar kir ku heta jiyaneke demokratîk neyê avakirin, nikarin pêşî li zextan bigirin û got: “Ji bo em bigihin mafên xwe yên azad û wekhev, divê li Kurdistan û Iraqê statuyeke xweser ji me re hebe. Ji ber ku DAIŞ êrîşê destşa Nînova dike û gelek Suryaniyan qetil kir. Ev xeterî heta îro jî berdewam dike.”
Nunerê Asuriyan Hobîl daxwazan bi vî awayi rêz kir:
- ‘Divê têkoşîna navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bê xurtkirin.
- Divê herêmên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dagirkirin bên rizgarkirin.
-Suryanî, Keldan û Asuriyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe yên li Mûsil û Nînova bûne, careke din bikarin vegerin cihê xwe divê di asta herêmê û navneteweyî de destek bê dayin.
-Divê ji bo Suryaniyên li Deşta Nînovayê statûya otonomî bê naskirin.
-Divê Yekitiya Ewropa alîkariya mirovî bide Deşta Nînovayê.