'Ji destê kê çi tê bila vegerin Kobanê wî karî bikin'
'Ji destê kê çi tê bila vegerin Kobanê wî karî bikin'
'Ji destê kê çi tê bila vegerin Kobanê wî karî bikin'
Xebatkarên girêdayî Berpirsyariya Karên Xizmetê ya Kantona Kobanê ligel êrîşan li bajar kar û xebatên xwe didomînin. Ligel derfetên kêm kedkarên Karên Xizmetê yên karên xwe didomînin wiha axivîn: "Em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin. Li hemû kolan û kevirên Kobanê, bîranîneke me heye. Ji çek hilgirtinê hate karekî biçûk ji destê kê çi tê divê vegerin Kobanî wî karî bikin. Çawa şervanên me bi îradeyeke mezin li mewziyan li dijî çetayan li ber xwe didin em ê jî bi îradeyeke mezin vê derê ava bikin."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û berxwedana li dijî êrîşan kete roja 74'emîn. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran pêk tînin li bajar malên ku tehrîb nebûne nemaye. Li başûr û rojhilatê bajar pevçûnên dijwar didomin li vê derê tehrîbat zêde ye. Dîsa ji ber bombebarana balafirên koalîsyonê û mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên diteqînin gelek qad tehrîb bûne. Ligel vê tehrîbatê li navenda bajêr xebatkarên Karên Xizmetê yên Kantona Kobanê hin xebatan didomînin. Xebatkarên Karên Xizmetê ji wesayîtên tehrîb bûne rakirinê heta malên hatine hilweşandin, komkirina çopan, pirsgirêkên ceryanê, bicihanîna pêdiviyên welatiyan gelek karan ligel derfetên kêm pêk tînin.
HEJMARA WAN KÊM E LÊ DIBEZIN
Berpirsyarê Karên Xizmetê yê Kantona Kobanê Sadiq Eldemîr ê ku wekî bavê Botan tê naskirin der barê xebatên xwe yên ku di şert û mercên şer de pêk tîn de agahî da. Eldemîr destnîşan kir ku ji ber şer di karên wan de hin guhertin hatiye kirin û têkîldarî xebatan ev agahî da: "Piraniya hevalên me yên di şaredariyê dixebitin ne li vir in. Ji me çi tê xwestin bi derfetên xwe me pêk anî. Ceryan dibe, benzîn dibe, temîrkirina wesayîtan êdî çi tê xwestin em bi derfetên heyî pêk tînin. Şer du meh li pey xwe hişt. Em jî roj bi roj xebatên xwe berfireh dikin. Niha hejmara me 30 kesan derbas dibe. Me ji bo tamîrkirina wesayîtan komek ava kir. Dîsa ji bo pirsgirêka av û ceryanê komek ava kir. Ji bo temînkirina benzînê komek ava kir. Li gorî şertan nebes be jî xebatên me bi vî rengî didome. Kêmasiyên me jî hene. Hemû tiştên tê xwestin em nikaribin bikin jî bi vî rengî berdewam dike. Em dixwazin xebatên xwe bi awayeke rêxistinkirî bidomînin. Du roja carekê em li qadên bajar ên ku di destên me de ye çopan kom dikin, paqijiyê dikin."
'LI BAJÊR GELEK PÊDIVIYÊN SIVÎLAN HENE'
Eldemîr destnîşan kir ku şerê ku li dijî wan hatiye destpêkirin pir hovane ye û wiha berdewam kir: "Her roj hewanan davêjin bajar. Gelek xanî û wesayîtên me şewitî ne. Em hewl didin wan kom bikin. Dîsa pêdiviya gel a nan bi cih tînin. Bi vî rengî li gelek qadan xebatên xwe didomînin. Berê digotin li bajar sivîl nemane lê niha hûn dibînin ku li bajar sivîl hene. Li bajar gelek sivîl hene û pêdiviyên wan hene. Em jî weke şaredarî di qada xizmetê de ji destên me çi tê ji bo wan dikin. Di serî de jî nan, av, mazot, ceryan pêdiviyên bi vî rengî bi cih tînin. Pêdiviyên din jî Mala Gel bi cih tîne lê di warê xizmetê de em bi cih tînin."
Eldemîr bilêv kir ku ew di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin û her roj hewanan davêjin bajarê wan. Eldemîr got ku li bajar gelek zarok, jin û sivîl hene ligel şert û mercên dijwar jî bajar neterikandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê hemû cihan vê bibîne. Hin kes ji derve hatine û dixwazin axa me dagir bikin, gelê me vê yekê qebûl nake."
Eldemîr bang li kesên ji Kobanê çûne û raya giştî ya cihanê kir û wiha berdewam kir: "Ewil dixwazim ji yên Kobanê derketine re bibêjim ku ew nikarin bêax bijîn. Vegerin axa xwe. Li hemû kevir û kolanên Kobanê bîranîneke me heye. Ji çek hilgirtinê heta karekî biçûk ji destên kê çi tê divê bikin. Divê berê gelê me ber bi Kobanê be. Bi vî rengî Dê dijminên me bitirsin. Dema em radikevin jî divê em bi xeyala Kobanê ve razên ku careke din Kobanê rizger bikin. Gelek tiştên bên gotin hene. Bi taybetî jî em spasiyên xwe li gelê xwe yên Bakur dikin. Tiştên ku ji bom e kirin pir watedar bû. Çawa dayikek zarokê xwe hembêz dike gelê me yên Bakur jî rola dayika me lîst. Hembêza xwe ji bo welatiyên me yên ji Kobanê koç kirin re vekirin, yên li Kobanê man jî neçar nehiştin. Dîsa Başûr, Rojhilat û Ewropayê gelê me ji bo Kobanê çi ji destên wan hat kirin. Hemû kesan ji bo Kobanê her tişt kirin. Ez spasiyên xwe li hemûyan dikim. Em jî soz didin ku çi ji destên me tê em ê wî bikin. Dîsa ez dixwazim ji raya giştî ya cihanê re bibêjim ku ev dijmineke pir hov e. Divê em fersendê nedin wan. Yên alîgirên demokrasiyê ne divê piştgiriyê bidin. Ev dijmin dijminê cihan û mirovahiyê ye. Divê em fersendê nedin bila nekarin destûrê bigirin."
'WAN XIRA KIRIN EM Ê ÇÊBIKIN'
Ji xebatkaran Hemed Seydî jî der barê mijarê de got ku beriya êrîşan di karên xizmetê de xebitiye û wiha berdewam kir: "Welatê me xira kirin. Divê em ji nû ve înşa bikin. Rêberê me dibêje azadiya welat ji înşakirina welat derbas dibe. Em ê jî bixebitin û înşa bikin. Wan xira kirin em ê çêkin. Em jî berê xweşiktir û mezin çêbikin. Ji ber ku ev îradeya me heye. Çawa ku şervanên me îradeyeke mizin nîşan didin li mewziyan li dijî çeteyan li ber xwe didin em ê jî bi îradeyeke mezin vê derê înşa bikin." Seydî anî ziman ku ji bo bikaribin bajar înşa bikin korîdora mirovî divê bê vekirin.
Xebatkarekî din jî Fethî Misîro ye. Mîsîro destnîşan kir ku li Kobanê şerekî dijwar heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li vir li dijî terorê sekinîn. Di v îşerî de em jî wekî xebatkarên xizmetê ji bo vî gelî ji bo YPG û YPJ'ê em ê çawa xizmetê bikin fikirîn. Şervanên YPG û YPJ'ê dikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Lê sivîl ne wisa ne. Xebatên me bêhtir ji bo sivîlan e. Ji ber ku piraniya wan kal û pîr in. Ji ber vê em ewil ji bo wan xizmetê didin."
Mîsîro bilêv kir ku xetereya li dijî Kobanê hê jî didome û ev bangawazî kir: "Ji 40 welatan hatine û li dijî me şer dane destpêkirin. Bangawaziya me ya ji bo vekirina korîdora alîkariya mirovî heye. Ji bo bicihanîna pêdiviyên vî gelî ev şert e. Yên ku dixwazin alîkariyê bidin Kobanê divê demê derbas nekin."