Ji Dayîkên Şemiyê daxwazên girtiyên di çalakiyê de bibînin

Ji Dayîkên Şemiyê daxwazên girtiyên di çalakiyê de bibînin

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 395'emîn de aqubeta Fehmî Tosun yê ku di sala 1995'an de hate binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayîkan xwest ku daxwazên girtiyên 39 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de bên dîtin.

Dayîkên Şemiyên çalakiya xwe ya hefteya 395'emîn li Qada Galatasarayê li dar xistin û di çalakiyê de aqubeta Fehmî Tosunê ku di sala 1995'an de hate binçavkirin pirsîn. Di çalakiyê de pankrata "Kiryar diyarin winda li ku ne" vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin.

Dayîka Murat Yildiz yê ku 17 sal berê hate windakirin Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku, êdî kêr gihiştiye hestî û pirsa "Hûn dibêjin zilim li gelên din tê kirin lê ya li me tê kirin zilim nîne?" Pişt re Hevjîna Fehmî Tosun Xanim Tosun axivî û wiha got: "Çend roj şûnda cejne. Lê cejn ji me re tu tiştî îfade nakin. Kesên vî welatî rêvedibin dibêjin em mislimanin, lê heke misliman ban dê dengê dayîkan bihîstiban."

Tosun anî ziman ku, 39 rojin girtî li girtîgeha ji bo daxwazên xwe dikin qêrîn lê hikûmet li hemberî van daxwazn bêdeng dimîne û wiha axivî: "15 mehin tu agahî ji Birêz Ocalan nayên girtin. Kesên van daxwazan nebihîzin mirov nîn in. Divê teqez dewlet van daxwazan bibîne."

'DÊ MIN BIKUJIN'

Di çalakiya vê hefteyê aqubeta Fehmî Tosun yê ku di sala 1995'an de hate binçavkirin û pişt re tu agahî jê nehatin girtin hate pirsîn. Daxuyaniya hefteyê Aylîn Tekîner xwend û diyar kir ku, Tosun li Avcilarê li ber mala xwe bi zorê li wesayîta plaqeya wê 34 UD 597 hate siwarkirin û birin. Tekîner anî ziman ku, bûyer di nava rojê de pêk hat û Tosun ji zarok û hevjîna xwe ya li pey wesayîtê dibeziyan qêriya û got "Dê min bikujin".

Tekîner aşkera kir ku, berî Tosun bê binçavkirin polîsan zarokê wî yê 14 salî girtin û wiha got: "Polîsan ji kurê Tosun re gotin, 'Ji bavê xwe re bêje dema ku me ew girt em naşînin girtîgehê em dê hestiyên wî bişkênin.'" Tekîner bilêv kir ku dema Tosun hate binçavkirin Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu yê ku navê wî di nav gelek bûyerên kiryar nediyar de derbaz dibû bû û wiha pê de çû: "Em hikûmeta qatilên Fehmî Tosun xelat kirin berpirsyar digirin."