Li dijî tecrîdê banga ji bo têkoşîna hevpar
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bang li hemû aliyên bihîstyar kir ku bila li hemberî tecrîdê têbikoşin û piştgiriya grevên birçîbûnê bikin.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bang li hemû aliyên bihîstyar kir ku bila li hemberî tecrîdê têbikoşin û piştgiriya grevên birçîbûnê bikin.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encama polîtîkaya asîmîlekirin û qirkirina li ser Kurdan e.
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê tecrîd bi tenê wekî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê dîtin û bal kişand ser vî tiştî ku tecrîd parçeyekî polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ye. Sarisaç got “Çi dema ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbûne, di çareseriya doza Kurdan de pêşketin çêbûye û çi dema ku tecrîd hatiye kirin jî li ser Kurdan polîtîkayeke hovane ya şer hatiye kirin. Abdullah Ocalan yek ji van kesan e ku li Rojhilata Naîn xwedî proje û felsefeya çareseriyêye. Bi felsefeya xwe ya ku li dijî şer û ferasetên otorîter wekî ku li Rojava jî xuya dibe, nîşan da ku hemû gel û bîr û bawerî dikarin bi hev re bijîn. Girîngiya felsefeya Abdullah Ocalan li Rojava derket holê. Pêdiviya dinyayê bi fîlozofên wekî Abdullah Ocalan heye.”
Sarisaç diyar kir ku helwesta CPT û saziyên Ewropayê ne ji dil e û got “CPT’ê tecrîd û binpêkirina mafan diyar kir lê ji wir şûnde tiştek nekir. Heke Yekîtiya Ewropayê xwedî li nirxên xwe derketa wê gelek gav bihatina avêtin. Li vê derê tu gav nehatiye avêtin.”
DAXWAZA GIRTIYAN MEŞRÛ YE
Sarisaç bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û diyar kir ku çalakî û daxwaza girtiyan meşrû ye. Sarisaç got “Ji bo Abdullah Ocalana darvekirineke bi qasî 30 salan tê xwestin. Bi tecrîdê re dixwazin darvekirinê bi Kurdan bidin jibîrkirin. Kurd jî li hemberî vî tiştî di têkoşîna grevên birçîbûnê de ne. Ez jî tevlî greva birçîbûnê bûbûm a ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin. Piştî 200 rojan gav hatibûn avêtin. Îro jî heman bêhiqûqtî didome. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin.”
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bal kişand ser vî tiştî ku li hemû parçeyên Kurdistanê li ser Kurdan polîtîkayeke qirkirinê heye û got “Kurd û şoreşger berxwedaneke mezin nîşan didin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û faşîzm biçe, divê em bi hev re têbikoşin.”