Ji bo sê jinên şoreşger li Dusseldorf û Marsîlyayê daxwaza edaletê hat kirin

Ji bo sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Dusseldorf û Marsîlyayê çalakî hatin lidarxristin û daxwaza edaletê hat kirin.

Ji bo jinên şoreşger ên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetlkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya ji bo edaletê hat lidarxistin.

Çalakiya nobedê ya li ber Konsolosxaneya Fransayê, duh ji aliyê Komuan Gel a Neûssê ve dewr hat girtin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Faşîst Erdogan, hevkar Fransa", "Kujerê Jinan Erdoagn" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de ji bo meşa navendî ya 30'ê Tîrmehê ya li bajarê Bîelefeldê, ku bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

Çalakî piştî xwendina belavoka bi Elmanî qediya.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li qada Vîeux-Port ji bo Sakîneyan daxwaza edaletê hat kirin. Di çalakiyê de stand hat vekirin û raya giştî hat agahdarkirin.

Çalakgeran tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kirin. hat protestokirin. 

Di çalakiyê de her wiha nameyên ji bo saziyên navneteweyî hatibûn amadekirin, hatin îmzekirin.