Ji bo Ryanaîr ne ewlehî, kar girînge
Ji bo Ryanaîr ne ewlehî, kar girînge
Ji bo Ryanaîr ne ewlehî, kar girînge
Şîrketa Ryanaîr ya riya hewayî ku li Ewropayê herî erzan riyan dibe tîne, ji bo wan ne ewlehiya rêwî û xebatkaran, ya girîng kara wan e. Ryanaîr ji bo vê bike serî li riyên balkêş dide û hostesên ku di balafirgehê de têr xwarin û vexwarinan nafiroşe ji kar derdixin.
Rojnameya Aftenposten ya rojane a Norveçê pirtûkeke biçûk ya ji 36 rupelî pêk tê pêkûtiyên li ser xebatkarên di kabîneyê de dixebitin de tê vegotin.
Di pirtûkê de rêbazên ewlehiyê ji 17 rêbazan, rêbazên firotinê li 19 rupelan hatiye veqetandin. Di talîmata xebatê de tê gotin ku firotin ji bo dahatuya şîrketê û firotina biletên erzan gelek girînge û tê gotin ku xebatkarên negihêjin hedefan dê lêpirsîn derbarê wan de bê destpêkirin.
Her wiha rêbazên firotinê jî têde cih digirin. Tê gotin ku piştî vegotina rêbazên ewlehiyê, divê di balafirê de bi awayekî pratîk dest bi firotinê bike.
CASUS FIROTINAN KONTROL DIKE
Dema rêwî bixwazin tiştekî bikirin, ya herî biha difiroşin. Personelê kabînê ne tenê firotina xwarin û vexwarinan, loto, cigare, biletên trenê jî ji neçarî difiroşin. Di pirtûkê de tê gotin ku divê yek bi yek ji rêwiyan bê pirsîn ku; hun loto dikirin an na.
Her wiha ji bo vê pergaleke casusiyê hatiye avakirin ku ka personelê kabînerê karê firotanê çawa dike. Her wiha mufetêşên ji aliyê şîrketê ve hatine peywirdarkirin jî hemû tiştî rapor dikin.
BI PEYMANÊN KOLETÎ Û HEQDESTÊ DAMPÎNGÊ TÊ SÛCDARKIRIN
Ryanaîr ji bo xebatkarên xwe yên li welatê cuda yên Ewropayê dijîn qanûn û rêbazên Îrlandayê pêk tîne. Dema bi xebatkaren re peyman tê îmzekirin navenda şîrketa xwe Îrlandayê nîşan dide û bi vî awayî heqdestê kêm dide xebatkaran û baca kêm dide. Her wiha kesên nexweş bikevin jî ji heqdestê wan tê birîn.
Ev helwesta şîrketê rê li ber doz û bertekan vedike. Li ser gilîkirina Sendîkaya Pîlot a Fransayê dozgerê Fransî der barê Ryanaîr de doz vekir. Dozger xwest 225 hezar Euro ceza bê dayîn û çar balafirên şîrketê bê desteserkirin.
Piştî êrîşên 11’ê îlona 2001’ê û Pentagonê li balafirgehê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Ji sala 2005’an û vir de jî şîrketê ji bo ewlehiyê srî riyê 37 kron da. Hemû şîrketan ev pere qebûl kir, yê Ryanaîr red kir.
Midûriyeta Giştî ya Veguhestinê li Îrlandayê der barê Ryanaîr de doz vekir û qezenc kir.