BDP’a Stenbolê bi armanca ku piştgiriyê bide girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger bi 500 kesî re bimeşin Tekîrdagê. Meşa ku tê payin hefteyekê bidome, dê ji sibê ji Esenyurta Stenbolê dest pê dike.
Girtiyên siyasî ji 12’ê îlonê de bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirn û mafê parastina bi kurdî û zimanê dayikê bê nasîn greva biçîbûnê hat destpê kirin û grev ket roja 41’emîn.
Kesên di grevê de tenduristiya gihiştiye rewşeke krîtîk û hem hikûmet û hem jî rayagiştî bê deng e. Ji ber vê yekê BDP’a navendê ya Stenbolê li ser vê ket nava tevgerê.
BDP’yî bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê piştigriyê bidin wan bi komeke 500 kesî re ber bi girtîgehaTîpa F ya Tekîrdagê dê bimeşin. Meş ji ber Esenyurtê dest pê dike.
Der barê mijarê de li avahiya BDP’ê ya Esenyurtê civîna agahdariyê hate kirin. eleqeye gel ya bo civînê zêde bû.