Ji bo Leyla Guven pirs ji Wezîr Wallstrom hate kirin

Du parlementerên Partiya Çep bi pirsnameyên xwe grevên birçîbûnê xistin rojeva Parlementoya Swêdê.

Parlementerên Partiya Çep Hakan Svennelîg û Amîneh Kakabaveh bi pirsnameyên xwe rewşa Leyla Guven û çalakgerên birçîbûnê anîn rojevê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.

Ji Wezîra Karê Derve Margot Wallstrom re hate pirsîn bê ka ji bo rakirina tecrîdê û ji bo serbestberdana girtiyên siyasî ew dixwaze çi bike.

Herdu parlementeran di pirsnameyên xwe de diyar kirin ku Leyla Guven ji ber li dijî dagirkeriya Efrînê bû û ji ber ku hikumet rexne kiriye, hatiye girtin.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ HEWLDAN WERE KIRIN’

Parlementeran diyar kirin ku ji ber tendirustiya Leyla Guven ew bi fikar in û tecrîda li ser Ocalan li dijî peymanên navneteweyî ye. Parlementer dixwazin ji bo rakirina tecrîdê hikumeta Swêdê têkeve nav hewldanan.

Wallstrom herî dawîn heta 30’ê Çileyê ew ê bersivê bide van pirsnameyên ku tê xwestin hemû girtiyên siyasî werin berdan.