Rayedarên payebilind û bi bandor yên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Konseya Ewropayê (KRHXKE) ji bo rewşa şaredara Wêranşarê ya BDP’ê Leyla Guven bê şopandin û rayagitşî ya navnetewî bikeve nava tevgerê pêşnûmeyeke nivîskî şandin Buroya Îcrayê.
Armanc, naverok û hedefa pêşnûmeya nivîskî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate îlandkirin. Di civînê de serokên delegasyona Îtalya, Hollanda û Fransyê, gelek endamên kongreyê û nûnerên BDP, KNK û KON-KURD amade bûn.
Di civînê de li ser navê delegasyona Hollandayê serokê delegasyonê Leen Werbeerk ewil axivî û got: “Em vê hewldanê di şexsê endama xwe Leyla Guven de, hemû girtiyên li Tirkiyeyê rastî pêkûtiyên mafê mirovan hatine re wekî peyameke piştevahiyê didin.
Leen da zanîn ku armanca wan ne ku Leyla Guven tenê KRHXKE xwedî lê derkeve û got: “Armanca me ya esas ew e ku di serî de komîteya wezîran, dewletên endamên Konseya Ewropayê û saziyên bi raye yên hemû qada navnetewî li dijî vê bê hiqûqî û bê edeletiyê bertekên xwe nîşan bidin.
Serokê delegasyona Îtalyayê Emîlîo Verrengîa jî ji hikûmeta Tirk xwest ku mafên kurdan bê nasîn û got di şexsê Leyla Guvenê de ew piştgiriyê didin hemû girtiyan.
Serokê heyeta Fransayê Jean Pîerre Lîovîlle jî diyar kir ku ew wekê delegasyna Fransayê xwedî li endama xwe Leyla Guven derdikevin.
Endamê heyeta Fransayê Francîs Lec jî da zanîn ku ew wekî hiqûqnasekî dem ali îdiayandinêre Tirkiye PMME’yê (Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê) bin pê dike.
Ji heyeta Fransî Jean-Louis Testud, anî ziman ku ew wekê endamên ku piştgiriyê didin kongreye dê bibin şopdarê vê dozê.
Ji delegasyona Fransayê Pispor Andrée Buschman jî pêkûtiyên li ser Leyla Guven ku wekî şaredariya hatiye hilbijarti skandaleke.
Nûnrê BDP yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay di civîna ku mafên esas yên kurdan anî ziman de nûnerê KNK, Fîdan Dogan, nûnerên KON-KURD’ê Yilmza Orkun, endamê federasyona Kurdên Rusyayê Ferhat Pasiyev amade bû.