Ji bo jinên girtî kart şandin

Ji bo jinên girtî kart şandin

Komîsyona Jinan û Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberJinê ji jinên girtî re kart şandin.

Komîsyona Jin û Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê Şaxa Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberJinê ji jinên di girtîgehan de ne kartên piştevaniyê şandin.

EndamênÎHD’ê yên li Qada Galatasay hatin gel hev pankarta,"Di girtîgehan de ji şîdeta dewletê ya li hember jinan bes e” vekirin, dirûşmên; "Jinên girtî ne bi tenê ne” û "Bijî piştevaniya jinan” gotin.

Seza Mîs Horuz a di çalakiyê de daxuyanî da got ku şîdeta herî zêde ya li hember jinan ji aliyê dewletan ve tê kirin û got, "Ji bo bi her awayî ji şîdeta  pergalê ya li hember jinê re em bêjin bes e, em li vir in.”

Di çalakiyê de Helbestvan Guleser Yorulmaz ku helbesta, 'Navê min jinê’ xwend, piştî kartên ji bo jinên girtî bi rêya Postaxaneya Galatasaray hatin şandin çalakî bi dawî bû.