Ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re serlêdan hate kirin
Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarisac, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlê xwe re roja Duşemê hevdîtinê pêk bîne, serlêdn kirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mezlûm Dînç û girtiyên din ên li Îmralî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê sala 1999’an ve bi komployekê dîl hate girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di nava tecrîdê de ye.
Piştî 8 salan û şûnde parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1,22’yê Gulana, 12,18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi miwekîlê xwe re pêk anîbû. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hemû serlêdan bê bersiv tên hiştin.