Malbatên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine gireva birçîbûnê, li Meclîsê civîna çapemeniyê pek anîn. Malbatan di daxuyaniyê de diyar kirin ku, Serokwezîr Erdogan gotibû "Bi Îmraliyê re dibe hevdîtin bê kirin" û wiha bang li Erdogan kirin: "Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ma divê çend kesên din bimirin.?
Malbatên girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ji bo azadî, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, li meclisê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de malbatên girtiyan, Wekîlên Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken amade bûn. Li ser navê malbatên girtiyan Haydar Kiliçaoglu axivî û diyar kir ku, daxwazê zarokên wan ên girtî di heman demê de daxwazên wanin û xwest hikûmet û dewlet bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bigire.
'DIVÊ BI LEZGÎN LI ÎMRALIYÊ HEVDÎTIN DESTPÊ BIKIN'
Kiliçaoglu destnîşan kir ku, daxwaza girtiyan bi lezgîn hevdîtinen bi Ocalan re destpê bike û astengiyên li pêş azadî, tenduristî û ewlehiya Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Em naxwazin Tirkiye dîsa têkeve rewşa şer û kaosê. Serokwezîr dibêje "Hevdîtina li Îmraliyê dibe ku pêk bê." Wê demê gelo ji bo hevdîtin pêk bê, ma divê hêj çend kesên din bên kuştin. Divê hevditîn bi lezgîn destpê bikin û şert û mercên Ocalan bên başkirin.
'36 ROJIN GIRTÎ DI GIREVÊ DENE'
Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî anî ziman ku, girtî ji bo daxwazên wan ên mirovane pêk bên 36 rojin di gireva birçîbûnê dene û wiha got: "Li girtîgehan qêrînek tê. Divê hemû cemawerî, partiyên siyasî, komeleyên civakî û her kes vê qêrîna li girtîgehan bibîhîzin. Girtiyên di girevê de êdî ketine rewşa krîtîk. Hikûmet û AKP li hemberî vê rewşê bê qeyd û deng dimîne. Her çend AKP li hemberî mirinan bêdeng bimîne jî em bêdeng namînin. Daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên me ne. Ev pirsgirêka 75 milyonane. Ji bo mirin çênebin divê hikûmet daxwazên girtiyan ên çareseriya pirsgirêka Kurd pêkbîne."
'JI BO TÊKOŞÎNÊ ASTENG BIKE GIRTIYAN DIXIN HUCREYAN'
Wekilê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken jî da zanîn ku, girtiyên ketine girevê bi awayeki fîîlî ketine rojiya mirinê û wiha got: "Wezîrê Dadê Sadullah Ergin nexwest bi me re hevdîtinpêk bîne. Ji ber vê yekê em neçar man ku bi musteşarê wî re hevdîtinê pêk bînin. Helwesta Wezîrê Dadê nîşana li hemberî bûyerên gireva biçûbûnê ye.
Divê bi lezgîn daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Divê her kes bi hîstiyar û hişyar tev bigere."