Ji bo grêva birçîbûnê ya piştgiriya bi ETHA'ê re, alîkariya enternasyonal
Ji bo grêva birçîbûnê ya piştgiriya bi ETHA'ê re, alîkariya enternasyonal
Ji bo grêva birçîbûnê ya piştgiriya bi ETHA'ê re, alîkariya enternasyonal
Li paytextê Belçîka Brukselê mexdûrên îşkenceyê yên ku ji bo piştgiriya ETHA çalakiya birçîbûnê berdewam dikin, di roja 4. de bi sendîka û saziyên çapemeniyê re hevdîtin kirin.
Çalakgerê ku çalakiya wan rastî eleqeyeke mezin tê, tevahiya rojê hem mêvanan pêşwazî dikin hem jî diçin serdana saziyên cuda û der barê armanca çalakiya xwe de dosya pêşkêşî saziyan dikin.
Çalakvan duh çûn serdana konfederasyona herî mezin a sendîkayên Belçîkayê, Sendîkaya Karkerên Sosyalîst û dosyaya ku amade kiribûn dan wan.
Nûnerên sendîkayê diyar kirin ku çalakiya grêva birçîbûnê ya ku li dijî doza der barê ETHA de hatiye vekirin hatiye destpê kirin ji çapemeniyê dişopînin û çalakiya ku 7’ê Cotmehê bê destpê kirin wê delegasyon bişînin û piştgirî bidin.
Direktorê Enternasyonal Della V. Andrea ku li ser navê sendikayê hevdîtin kir anî ziman ku ewê di dema pêş de der barê dadgeha were dîtin de agahiyan werbigirin û wezîfeyên dikevin ser milê xwe bicih bînin. Her weiha diyar kir ku ewê dosyayê ji hemû sendîkayên enternasyolan bişînin.
FIP DÊ HEYETEK ÇAVDÊRIYÊ BIŞÎNE RÛNIŞTINA DADGEHÊ YA 7'Ê COTMEHÊ
Çalakvan li gel Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (FIP) hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Rernate Schnedera da xuyakirin ku ew weke federasyon doza der barê ETHA de hatiye vekirin dişopînin û diyar kir, ku ewê nûnerên xwe bişînin dadgehê. Schnedera anî ziman ku ew gelek caran rastî dozên bi vî rengî yên li Tirkiyê tên û diyar kir ku di nava piştgiriya ji bo ETHA de ne.
Çalakvanên grêva birçîbûnê, li bazara taxa Saînt Josse ya li pêş Gare Central, ku çalakiya xwe dimeşînin, gelek belavok belav kirin.