Ji bo girtiyên nexweş Karaguzel û Pehlîvan bang hat kirin

Saziyên ku ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan her ku diçe giran dibe Mûhlîse Karaguzel û Mesûde Pehlîvan bang kirin gotin, “Divê girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan.”

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ya li Enqerê diyar kir ku girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a anjiyo bû, li nexweşxaneyê 8 rojan destê wê bi ranzeyê ve kelepçekirî maye. Înîsiyatîfê xwest ku înfaza Karaguzel bê taloqkirin.

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi armanca ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 362’yemîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê dimîne. Çevîrmen, derbarê rewşa Karaguzel de ev agahî parve kirin: “Karaguzel di meha Sibatê de ji pozê xwe hat emeliyatkirin. Ji ber vê demek dirêj di karantînayê de hat hiştin. Karaguzel a derbasî qawîşê kirin, krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Karaguzel anjiyo bû û du rojan di beşa awarte de ma. Piştî 3 rojan Karguzel cardin anjiyo bû û 8 rojan li nexweşxaneyê ma. Karaguzel a anjiyo bû, li nexweşxanê 8 destê wê bi ranzeyê ve kelepçekirî ma. Ji bo ku Karaguzel bê berdan, ji bo raporê serlêdan hat kirin, lê rapor nehat dayîn. Gelek nexweşiyên wê hene. Ji ber van nexweşiyên wên giran divê bê berdan. Her ku diçe nexweşiyên Karaguzel girantir dibin. Ji bo ku Karaguzel karibe bi awayekê baş bê dermankirin, divê heyet raporê bide wê. Em daxwaz dikin ku rapor ji wê bê dayîn û cezayê wê bê taloqkirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 490’emîn a "Rûniştina F" de xwest ku girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan a di Girtîgeha Bayrampaşa de, ji ber avêtina çekên kîmyewî yên qawişê bi nexweşiya penceşêrê ketiye, ji bo tedawiyê were berdan.

 Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiya “Rûniştina F” a 490’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê parêzer Jiyan Tosûn, diyar kir ku Pehlîvan di 19’ê Kanûna 2000’an de di qawişa Girtîgeha Bayrampaşayê ku 6 jin bi saxî hatin şewitandin de bi birîndarî xelas bû. Tosûn, da zanîn ku Pehlîvan ji ber çekên kîmyewî yên avêtin qawişan bi nexweşiya penceşêrê ket. Tosûn, bi lêv kir ku ji xeynî penceşêra mîdeyî, nexweşiya tuberkuloza hestî pê re heye û wiha got: “Ligel ku di şertên girtîgehê de tedawiya Pehlîvan pêk nehat jî qasî 16 salan li Girtîgehên Bayrampaşa, Bakirkoy, Sîlîvrî û Gebzeyê hat girtin, bi armanca ku tedawî bibe înfaza wê hat taloqkirin û hat berdan. Lê hêj tedawiya wê berdewam dikir careke din hat girtin.”

Tosûn, anî ziman ku serlêdana ku beriya niha ji bo Pehlîvan li Saziya Tiba Edlî hatibû kirin, hatiye red kirin û wiha axivî: “Careke din serlêdan hat kirin em li benda encama wê ne. Em parêzvanên mafên mirovan dixwazin ku astengiyên li pêş gihandina mafê tedawiya wê were rakirin, ji bo tedawîkirina wê biryara taloqkirina infaza wê bê dayîn û mafê jiyan û tenduristiya wê were parastin. Ji bo ku astengiyên gihandina mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş werin rakirin rayedaran vedixwînin berpirsyartiyê û raya giştî jî vedixwînin hestiyariyê.”