Ji bo girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê
Ji bo girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê
Ji bo girtiyên nexweş daxuyaniya çapemeniyê
Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê bi zanebûn tedawiya girtiyên PKK, PAJK'î û şoreşgerên Tirk asteng dike û vê yekê jî weke rêbazeke înfazê dibîne. Aygun diyar kir ku weke malbatên hikumxwarên girtî ew ê zarokên xwe nedin qetilkirin û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku di serî de girtiyên zarok xwedî li tevahiya girtiyên siyasî derkevin."
Der barê rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan de, bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê li hev kom bûn û bi dirûşmên "Girtiyên nexweş rûmeta me ne" ber bi parka Feqiyê Teyran cihê daxuyanî lê were dayîn, meşiyan. Li qada daxuyaniyê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli, Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun, rêveberên DBP û HDP'ê yên bajêr û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn. Di dema dayîna daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Em berxwedana girtiyên PKK û PJAK'î û Kobanê silav dikin" hat vekirin.
Serokê TUYAD-DER a Wanê Aygun daxuyanî xwend û diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di nava 10 salên dawî de 2829 girtiyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Aygun da zanîn ku hikûmet bi zanebûn tedawiya girtiyan asteng dike, wan mehkûmê mirinê dike û got, "Ev polîtîkayeke bi zanebûn e. Hikûmet astengkirina tedawiyê weke rêbazeke înfazê dibîne. Darbestên ji girtîgehan derdikevin, zêde dibin. Sedema yekane ya vê jî polîtîkaya tecrîdê ye. Ji ber ku polîtîkayên tecrîdê, tedawiya girtiyên nexweş dereng dixînin an jî asteng dike, nexweşiyên girtiyan xetere dibin. Serbestbernedana girtiyên siyasî ji ber kêfiyeta desthilatdariya AKP'ê ye. Hikûmeta AKP'ê rewşa girtiyên nexweş dike mijara bazariyê. Desthilatdarî hewldanên xwe yên mijûlkirinê dewam bike jî, em weke malbatên girtiyan, berdêlên mezin jî were dayîn em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê girtiyên nexweş, zarokên xwe, rêhevalên xwe ji wan hucreyan derxînin."
Li dû daxuyaniyê, girseya gel dirûşmên "Girtiyên nexweş rûmeta me ne" qîriya û belav bû.

