Ji bo girtiyên nexweş Bozkurt û Tanhan hatin ba hev
Li Stenbol û Enqereyê ji bo birina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş Delîl Bozkûrt û Cemal Tanhan de, çalakî hatin lidarxistin.
Li Stenbol û Enqereyê ji bo birina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş Delîl Bozkûrt û Cemal Tanhan de, çalakî hatin lidarxistin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bibe ser her hefte çalakiya ‘’Rûniştina F’’ li dar dixe. Çalakî cara 605’emîn li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku vê hefteyê hat lidarxistin, komîsyonê bal bir ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Delîl Bozkûrt ku di Girtîgeha F ya Wanê de ragirtî ye.
Hatîce Onaran ku endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ye, daxuyanî xwend. Hatîce Onaran destnîşan kir ku bi biryarên Rêveberî û Desteya Çavdêriyê girtiyên nexweş terkê mirinê tên kirin. Hatîce Onaran îşaret pê kir ku Delîl Bozkûrt (21) di Girtîgeha F y Wanê de bi tena serê xwe di hicreyekê de ragirtî ye ji sedî 80 berasteng e nexweşê pençeşêrê ye ji ber nexweşiyê enfeksiyon pê re çê dibe, rewşa wî her ku diçe giran dibe.
ENQERE
Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya xwe ya 477’emîn de hatin cem hev. Di çalakiya li ber avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê de, bal bi ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Cemal Tanhan (68) hat kişandin. Tanhan di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê de ye. Hevserokê Şaxê ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku Cemal Tanhan 29 sal in girtî ye û diyar kir ku ji bo bidawîbûna cezayê Tanhan salek kêmtir maye.
Yazmaci got: "Binpêkirina mafê tenduristiyê û mafê jiyanê sûc e. Cemal Tanhan divê demildest bê berdan."