Piştî doza bûyera 2’ê tîrmeha 1993 ya şewitandina otela Madimak a Sêwasê ku 35 rewşembîr têde bûn şewitîn, bi hinceta “demboriyê” hat betalkirin, Dadgeha Bilind biryara temyîza dozê da.
Di daxwaznameya temyîzê ya ku parêzer Şenal Sarihan dayi de tê gotin ku komkujiya ku hatiye kirin li hemberî mirovahiyê hatiye kirin û got “ ev sûc di ser dem ‘nabore’ û xwest biryar bê xerakirin. Her wiha di daxwaznameyê de hate gotin ku îhtîmala ku 5 bersuc birevin heye û got “bila bên girtin”. Di berdewamiya daxwaznameyê de wiha tê gotin: “Endamên Dadgeha Bilind yên ku biryarê didin, gelo zarokên we di otelekê de bihata sotin, dê we agirê dilê xwe çawa vemirandina? Ev 19 sale wan êşa xwe di dilê xwe de veşart û li bende edeleta dadgehan ma. Ji wan re gotin edelet li ku ye. Gotin em dê dengê xwe bilind bikin.?”
Parêzer Şenal Sarihan ku daxwazanameya ji 13 rupelî pêk dihat da Dadgeha Bilind wiha dibêje: “Tenê armancek me heye: Bila pêşerojek ku mirov hev û din nesotinin bê afirandin. Lê ev baş tê zanîn ku sûcê bê ceza dimînin, di nava civakê de rê li ber kîn û hêrsê vedike. Gelo di van sûcda de divê ‘demborî’ hebe. Madimaka ku bê navber dişewite, sûcê mirovahiyê dem di ser de dibore?”