Ji bo doza girtina HDP'ê raportor hate wezîfedarkirin

Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza girtina HDP'ê de jinûve rapor wezîfedar kir.

Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan, ji bo gilînameya nû ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade kir, raportorê ku gilînameya destpêkê lêkolîn kir, jinûve wezîfedar kir.

PÊVAJO WÊ ÇAWA BI RÊ VE BIÇE?

Raport divê rapora xwe ya têkildarî lêkolîna destpêkê biqedîne û pêşkêşî heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn bike. Piştî vê jî wê heyet lêkolîna destpêkê li ser dozê bike û biryarê bide ku gilînameyê qebûl bike yan na. Li gorî hukmên Qanûna Mûhakemeya Ceza ev pêvajo wê ji dema şandina gilînameyê û pê ve ne zêdeyî 15 rojan be.