Ji bo doza Buldan dadgeh rûnişt
Ji bo doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dadgeh rûnişt. Şandeya dadgehê biryar li ser da ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk agahî were xwestin.
Ji bo doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dadgeh rûnişt. Şandeya dadgehê biryar li ser da ku ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk agahî were xwestin.
Bi sedema daxuyaniyan û çalakiyên ku tevlê bûye, derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 12'an li Dadgeha Cezayên Giran 18'an a Enqereyê çêbû. Buldan tevlî danişînê nebû lê parêzerên wê Kenan Maçoglu û Fîkret Îlkîz amade bûn.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî parêzerên Buldan axivîn. Parêzeran wergera Tirkî ya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di 1’ê sibatê de ji bo 40 parlamenterên HDP’ê dabû, pêşkeşî dadgehê kir. Parêzeran da zanîn ku di rûniştinê dozê ya berê de bi daxwaza sekinandina dozê serlêdan kirine lê ev serlêdan hatiye redkirin û lewma jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk dane. Parêzeran dîsa xwest ku ev doz bê sekinandin. Parêzeran, di heman demê de biryarên derheqê sekinandina dozên parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Fatma Kurtulan de jî pêşkeşî şandeya dadgehê kirin.
Piştî daxwazên parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku ji Dadgeha Destûra Bilind bê pirsîn bê ka dosyaya Buldan di kîjan astê de ye. Doza Buldan, taloqî 11’ê gulana 2022’yan hat kirin.