Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke nû hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin.
Serlêdan ji aliyê parêzer Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê Abdullah Ocalan karîbû bi birayê xwe re biaxive. Ev axaftin jî nîvco mabû.