Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.

Rêberê Gelê Kurd piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.