Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke nû hate kirin

Malbat û wasiyê Rêber Apo Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.