Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Ceza û înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdana hevdîtinê kirin.