Ji bo çûna Îmrali astengiya 'Keştî xerabe ye'

Ji bo çûna Îmrali astengiya 'Keştî xerabe ye'

Serîlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekkîlê xwe Ocalan re bi hinceta “Keştî xerabe ye” hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekkîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin ku serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan, dîsa rastî bersiva neyênî hatin. Ji parêzeran re bi hinceta "Keştî xerabe ye” hat gotin ku hevdîtin pêk nayê.   

Serîlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hinceta “Keştî xerabe ye”, “Muxalefeta Hewayê”, "Keştî di tamîrê de”,   "Betlaneya fermî ye” û hwd. tê astengkirin.