Çar xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê (MKU) ên ku li derveyê zanîngehê belavok belav kirin, li rastî cezayên giran hatin. Du ji wana ji zanîngehê hatin avêtin û duyên din jî ji bo nîv salê ji dibistanê hatin dûrxistin.
Zanîngeha MKU’yê bi hevkariya bankayê dest bi pêkanîna “karta bi aqil” kir. Xwendekarên ji vê yekê nerehet, li hemberî vê yekê belavok belav kirin.
Belavoka bi îmzeya Meclîsa Ciwana a Îskenderûnê ya HDK’ê hat belavkirin. Çar xwendekarên Zanîngeha Mûstafa Kemal a Hatayê (MKU) ên ku li derveyê zanîngehê belavok belav kirin, li rastî cezayên giran hatin. Du bi navê Mithat Can û Haydar Eren Ozturk ji zanîngehê hatin avêtin û duyên din yên bi navê Sezgî Çolakoglû û Ozgun Karakaya jî ji bo nîv salê ji dibistanê hatin dûrxistin.