Ji bo çalakgerên otobusê qedexeya şal û şapik

Ji bo çalakgerên otobusê qedexeya şal û şapik

Otobûsa ji “Ji Ocalan re Azadî” gihişt bajarê Ulmê yê Almanyayê, li vir li rastî pêkanînek sosret a ji pêkanînên dewleta Tirk wêdetir hat. Polîsên Alman ji bo çalakgeran gotina dirûşima “Bijî Serok Apo” û lixwekirina cilên Kurdî “şal û şapik” qedexe kirin. Lê çalakgerên Kurd guh nedan qedexeyê û mitînga xwe pêk anîn.

Otobûsa “Ji Ocalan re Azadî” ku di 8’ê îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê dest bi gerê kir, li 5 welatan û bi dehan bajar geriya. Rawestgeha otobûsê ya herî dawî bajarê Ulm a Almanyayê bû. Çalakgerên otobûsê li ketina bajêr bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre li Rauthous a li navenda bajêr mitîng li dar xistin.

Di mitîngê de polîsên Alman, helwestek ji ya polîsên Tirk jî wêdetir nîşan dan. Polîsên Alman vekirina sebolên PKK, KCK, ERNK û dirûşima “Bijî Serok Apo” û Almaniya vê dirûşimê qedexe kirin. Polîsan lîsteyek qedexeyan dan çalakgeran.

Kurdan guh nedan qedexeyên polîsên Alman ên ku lixwekirina şal û şapikên Kurd jî têde hebûn û bi coşek mezin mitînga xwe li dar xistin. Endamê rêveberiya YEK-KOMê û Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî M. Emîn Yildiz axaftinek kir û helwesta polîsên Alman şeremzar kir. Her wiha, stand hatin vekirin û bi sedan îmze ji bo azadiya Ocalan hatin berhevkirin.

Piştî axaftinan Hozan Şemdîn derket ser dikê û strasn strî. Piştre koma Hezex bi kemençeyên xwe ve derket ser dihê û li ber stranên wan govend hat gerandin.

Rawestgeha otobusê ya îro bajarê Munîh a eyaleta Bavyerayê ye.