Ji bo 3 girtiyan banga ‘lezgîn a berdanê’ hate kirin

Di daxuyaniyên li Îzmîr, Enqere û Stenbolê hatin kirin de, hate gotin ku divê girtiyên nexweş Amet Çakal, Hîkmet kara û Alî Osman Kose tavilê bên berdan.

ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan. Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê, bi rêya onlînê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, Berdevkê Komîsyona Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, daxuyanî da û wiha got: "Girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan tevî temenê mezin û nexweşiyên xwe nayê berdan. Di lîsteya girtiyê nexweş a îHD'ê de Ahmet Çakal jî heye. Çakal 68 salî ye û 27 sal in girtî ye. Çakal niha li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye. Nexweşiya şekir û pençeşêrê pêre heye. Dîsa nexweşiyên kezebê û prostat pêre heye. Di 25'ê Gulanê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Katîp Çelelî ya Îzmirê kirin. Li nexweşxaneyê teşhîsa pençeşêrê danîn."

Çiçek, da zanîn ku Ahmet Çakal nexweşiyê wî zêde bûne û xwest nexweşiyên wî jî li ber çavan bê girtin û serbest bê berdan. Çîçek, bilêv kir ku êdî verişîn, bêhalî, bêtevgerî her ku diçe zêde dibe û dest bi pêvajoya Kemoterapiyê kiriye.

Çiçek, bibîr xist ku Ahmet Çakal bi vê nexweşiyê li girtîgehê bimîne wê rewşa wî xerabtir û girantir bibe û xwest demek berî demekê Çakal serbest bê berdan. Çiçek, ji Ahmet Çakal re azadî xwest.

ENQERE

Înîsiyatifa Ji Girtyên Nexweş re Azadî, di hefteya 353'an de çalakiya ji bo girtiyên nexweş bên berdan, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê berdewam kir.

Înîsiyatifê bal kişand ser rewşa Girtiyê Nexweş Hîkmet Kara yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a wanê. Înîsiyatifê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat diyar kir ku girtiyê nexweş Hîkmet Kara nexweş e û agahiyên ku bi nameyê şandibû parve kir. Kanat, diyar kir ku Kara di nameyê de aniye ziman ku li Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê, teşhîs hatiye kirin û aşkere kirine ku nexweşiyên wekî romatizmalmistrak, dil, mîde, entematoz gastrit pêre heye."

Kanat, anî ziman ku Kara di 1996-97'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri girti ma û wiha got: "Wê demê rakirin nexweşxaya Dewletê ya Çankiri. Heta ku mîda wî şuştun li nexweşxaneyê ma. Di îlon û Cotmeha 2000'an de carek din xwîn çû mîda wî. Li Girtîgeha Ulucanê hat girtin. Piştî mîda wî baş bû, di sala 2013'an de rakirin Girtîgeha Tîpa T a Karabukê. Li vir dîsa xwîn çû mîda wî û rakirin nexweşxaneyê."

Kanat, da zanîn ku Kara nexweşê KOAH, kezebê ye û nikare bi hêsanî nefêsê bistîne û wiha lê zêde kir: "Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê, di sala 2018'an de ji bo Kara rapor amade kir. Kanat, divê ji ziravê xwe emeliyat bibe. Berê jî ji mîda xwe emeliyat bû û şaş dirûtibûn.

Kanat, bang li rayedaran û parazvanên mafên mirovan kir û xwest Kara serbest bê berdan. Kanat da zanîn ku Kara bi vî şiklî nikare li girtîgehê bimîne û xwest her kes hestiyar tev bigerin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 481’emîn de bi rêya online li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Alî Osman Kose yê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F dimîne. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn diyar kir ku Osman Kose yê 64 salî 37 sal in girtî ye û nexweşîna penceşêra gurcikan û gelek nexweşînên din pê re hene û ew nikare li xwe binêre.

Acettîn got Kose di meha sibata 2021’an de jî bi şewba Kovîd-19’ê ketiye. Acettîn destnîşan kir ku tevî ewqas nexweşînên wî giran jî Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di hefsê de bimîne” daye û ev bûye sedemê wê yekê mafê wî yê jiyanê hin bêtir ketiye xetereyê. Acettîn da zanîn ku Kose di 31’ê gulanê de ji gurcika xwe emeliyatek giran derbas kiriye û tevî vê yekê jî bi renzê vê hatiye kelemçekirin û di 8’ê hezîranê de wî ji nexweşxaneyê derxistine û şandine girtîgehê. Acettîn xwest Kose û tevahiya girtiyên nexweş werin berdan.