Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê û Midûriyeta Emniyeta Polîsan li hemberî 100 xwendekarên şoreşger û demokrat ên di encama êrîşa faşîstan a di 3’ê gulanê de birîdnar bûn, lêpirsîn dan destpêkirin.
Di 3’ê gulanê de faşîstên Tirk bi hinceta “Roja Tirkitiyê” tevî kesên ji derveyê zanîngehê anîbûn, li kampûsa zanîngehê êrîşê xwendekarên Kurd, şoreşger, demokrat kirin û di encamê de gelek xwendekar birîndar bûn. Polîsên Tirk di dema bûyerê de mudaxeleyê êrîşkaran nekirin, 3 ji xwendekarên demokrat, welatparêz û şoreşger girtin binçavan.
Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê û Midûriyeta Emniyeta Polîsan bi hinceta “ziyan dane malê dewletê” û “bûne semdema pevçûn”ê li hemberî 100 xwendekarên şoreşger û demokrat ên di encama êrîşa faşîstan a di 3’ê gulanê de birîdnar bûn, lêpirsîn dan destpêkirin. Lê heta niha der barê nijadperestên Tirk ên êrîşkar de tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin.
DI ROJA BÛYERÊ DE KGS BI KAR NEANÎN
Ji xwendekarên ketin ber lêpirsînê Tulîn Tûran, diyar kir ku ew bi êrîşên ulkucuyan (nijadperestên Tirk) re rû bi rû mane û ev yek jî ne bes bû, rêberiya dibistanê û emniyetê lêpirsîn dan destpêkirin. Tûran diyar kir ku ji bo îfadeyê bangî wê kirine û diyar kir ku wê li emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar aniye.
Tûranê got; “Ulkucuyan êrîşê me kirin û heta kûrsiyên kantînê yên ku em her tim li ser rûdinin şkandin. Niha jî emniyet me tawanbar dikin. Tişta balkêş ew bû ku di KGS’ê re derbas bibin, diketin hindurê dibistanê. Lê beriya demekê min KGS’ê bi kar neanî, ji ber wê li rastî ceza hatim. Ev êrîşke bi plan bû.”