Ji ber slogana ‘Qers ya me ye’ doz li 17 kesan hate vekirin
Dema ku desthilatdariya AKP’ê şaredariya HDP’ê ya li Qersê desteser kiribû, çalakiyên protestoyê hatibûn kirin. Ji ber slogana ‘Qers ya me ye’ ya di van çalakiyan de doz li 17 kesan hate vekirin.