Ji ber 1’ê Gulanê 9 kes hatin girtin

Ji ber 1’ê Gulanê 9 kes hatin girtin

Li Stenbolê 40 kesên ku ji ber bûyerên di 1’ê Gulanê de derketîn û bi îdîaya zirar dane derdor hatibûn binçavkirin, 9 jê hatin girtin.

Li Stenbolê 14’ê Gulanê de di ser gelek malan de hatibû girtin û ji 40 kesan zêdetir hatibûn binçavkirin, her wiha ji vana 35 kes sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. Li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê piştî lêpirsînê 20 kes hatibûn berdan û 15 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgehê bi îdîaya ku “zirar dane mal” Beyhan Çagri Tûzcûoglû, Bûrak Ercan, Denîz Fîdan, Emîrhan Yavûz, Mûrat Gumuşkaya, Ogûz Topal, Sînan Gumuş, Yenal Yagci û Unal Can Tuzuner biryara girtinê da û 6 kes jî serbest berda.